Kurdistan Regional Government


 

Peyama Encumena Wezîran ji bona Roja Jîngeh

 

Bi hilkevta roja Jîngeha Kurdistanê, em destxweşiya Desteya Prastin û Çakkirina Jîngeh wan û rêkxistin û kesatiyan dikin ku ji bo şiyar kirina welatiyan û belavkirina kultûrê jîngeparêziyê, rolê dilsozaneya xwe lîstine.

Kultûrê jîngeparêzî, kultûra jiyandostiyê û rêz girtina ji behayên jiyan û şarstanî û pêşketina gelan e. hesta berpisatiya mirovan li hember civak û niştîman û jîngeha mirovatiyê ye. Hesta berpirsatiya mirovan û morala civaka mirovatiyê li hember çarenivîsa neviyên paşerojê ye. Dabîn kirina pêwîstiyên welatiyan li warê jîngehî, bi yek ji mafên destpêkî û wek parek ji mafên mirovan dihê hijmartin.

Kurdistaniyên ezîz,

Kurdistan xwedî jîngeh û sirûşteka bedew û dilgîr e, ku parastina wê ji pîsbûn û têkdanê, erkekê niştîmanî û miroviya endamên civakê ye. Welatiyên Kurdistanê ku ji bo demê çend salan e di xema avedankirina niştîman dane, divê vê rastiyê jî bizanin ku avedankirin be berçav girtina pirensîpên jîngehparêzî, pirosêseka na temam e û di asta daxwaza geşe kirin û avedan kirina rastîn de nabe. Her ji ber vê yekî divê wek behayeka neteweyî û mirovî, li sekterên perwerdehî, kultûrî û civakî kar j ibo belavkirina şiyarî û bi hêz kirina bingeha jîngehparêziyê di nava civakê de bihê kirin, wek civakeka jiyandost, lêborîn û aştîxwaz.

Em hêvîdar in Roja Jîngeh paldereka bi hêz be ji  bo pêdagirtin û hewldanên berdewam ji bo parastin û rêz girtina jîngeh û sirûştê bedewê Kurdisatanê.

Hûn û Kurdistan her geş û avedan bin

Encumena Wezîrên Herêma Kurdistanê