Kurdistan Regional Government


 

Serokwezîr û şandeyeke YE rewşa herêma Kurdistanê gotûbêj dikin

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, roja duşemiyê 25.01.2016ê li bajarê Hewlêrê digel şandeyeke Yekêtiya Ewropatê (YE) ku, ji Kostentînos Vardaks berpirsê karûbarên şandiyarê Yekêtiya Ewropayê li Îraqê, berpirsê ofîsa Yekêtiya Ewropayê li herêma Kurdistanê û konsul û nûnerên welatên endam di Yekêtiya Ewroapyê de yên li herêma Kurdistanê pêkhatibû civiya.

Di civînê de, şandeya Yekêtiya Ewropayê kêfxweşiya xwe li hember serdana bo herêma Kurdistanê û civîna bi serokazîrê Kurdistanê re diyar kir û behsa têkeliyên navbera YE û herêma Kurdistanê û Îraqê kir û rola Pêşmerge, xelk û hikûmeta Kurdistanê di rûbirûbûnê terorîstên DAÎŞ de, pêşwazîkirin û hewandina hijmareke gelek  zêde ya koçber û penaberan û dabînkirina alîkariyên pêwîst ji wan re, bilind nirxandin.

Şandeya mêvan îşaret bi wê yekê kir ku, YE bi giringî ve rewşa herêma Kurdistanê dişopîne û nerehetiya xwe jî li hember wê kirîza êkonomiya li herêma Kurdistasnê heye diyar kir û got ku, ew dê di çarçoveya serdana xwe de digel hemû aliyên siyasiyên herêma Kurdistanê bicivin û yekrêzî û çareserkirina nakokiyên navxweyî yên herêma Kurdistanê ji bona çareserkirina kirîza herêma Kurdidtanê alîkar dibe. Di heman demê de piştgiriya xwe ji bo hikûmeta herêma Kurdistanê û çareserkirina kirîza êkonomî nîşan da.
Nêçîrvan Barzanî sipasiya vê serdanê û piştgiriya YE bo herêma Kurdistanê  di şerê dijî terorîstên DAÎŞê û alîkarîkirina koçber û penaberên li herêma Kurdistanêm kir û kêfxweşiya xwe jî ji bo piştgiriya YE di ware rûbirûbûna ew kirîza êkonomiya rastî herêma Kurdistanê hatî nîşan da.

Serokwezîr sedemên serhildana kirîza êkonomî diyar kirin û got ku, ji ber birîna budceya herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Îraqê ve, şerê dijî terorê, hatina hijmareke zêde ya koçber û penaberan bo herêma Kurdistanê û nizimbûna  buhayê neftê sedemên çêbûna kirîza êkonomî ne.

Nêçîrvan Barzanî behsa gavên hikûmetê ji bona çareserkirina kirîza darayî kir û got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê dest bi pilaneke çareserkirin û rûbirûbûna kirîza darayî kiriye û ji bona vê yekê hikûmetê di ware dabînkirina alîkariyên  teknîkî, şareza û pisporiyê de, pêwîstî bi piştevaniya navdewletî û bi tyabetî ya Yekêtiya Ewropayê heye.

Serokwezîr ji şandeya mêvan re behsa pilana çaksaziyê ya hikûmeta herêma Kurdistanê ya ji bona çareserkirina kirîza êkonomî û mokimkirina sîstema îdarî li herêma Kurdistanê kir û hêvî kir ku herêma Kurdistanê ji alîkariyên YE pêşkeşî Îraqê dike, mifdar be. Barzanî got ku ew bi wê yekê pabend in ku hemû pirsgirêk bi diyalog û danûstandina, çi pirsên navxweyê yan jî yên bi Bexdayê re bin bên çareser kirin.

Serokwezîr eşkere kir ku, gelê Kurdistanê dê bi rêya referendomê çarenivîsê xwe diyar bike û her biryareke gelê Kurdistanê bide di çarçoveya diyalog û danûstandinan de digel Bexdayê bi awayekî aştiyane gotûbêj bike.