Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kudistanê, roja 22.12.2015ê li balefirxaneya Hewlêrê ya navdewletî pêşwazî li Petro Giraso serokê Senato ya Îtaliyayê û şandeya pê re ku bi armanca vekirina konsulxaneya Îtaliyayê hatine herêma Kurdistanê, kir û piştî bihênvedaneke kurt, serokwezîrê Kurdistanê û serokê Senato ya Îtaliyayê û şandeya pê re ber bi cîyê merasimê bi rê ketin û bi awayekî fermî konsulxaneya giştiya Îtaliyayê li Hewlêrê vekir.
Di merasima vekirina konsulxaneya Îtaliyayê de ku, cîgirê serokê Parlamentoya Kurdistanê û hijmareke wezîr, parlamenter û berpirsên herêma Kurdistanê amade bûn, Petro Giraso peyvek pêşkeş kir û behsa giringiya vekirina konsulxaneya giştiya Îtaliyayê li Hewlêrê, têkeliyên xurt yên di navbera Îtaliya û Kurdistanê de û serkeftinên hêzên pêşmergeyê Kurdistanê dijî terorîstan û pêşwazîkirin û hewandina wê hijmara zêde ya koçber û penaberan ku ji tirsa gefên terorîstan qesta herêma Kurdistanê kiriye kir û amadeyîya welatê xwe ji bo alîkarîkarîkirina Herêma Kurdistanê, bi taybetî di warê leşkerî û însanî de nîşan da.
/grafik/uploaded/2015/4__2015_12_22_h22m42s48__SE.jpg
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, di wê meraismê de, peyvek pêşkeş kir û vekikirina konsulxaneya Îtaliyayê bi pêngaveke dilxweşker ji bona zêdetir pêşxistina têkeliyên di hemû waran de di navbera her du aliyan de û weke piştevaniyeke mokim ya Îtaliyayê ji bo gelê Îraqê bi giştî û ji bo gelê Kurdistanê bi taybetî, wesif kir.
Barzanî di peyva xwe de behsa rola Îtaliyayê di şerê dijî terorîstên DAÎŞê de kir û diyar kir ku her ji destpêka êrîşên terorîstan bo ser herêma Kurdistanê, serokwezîrê Îtaliyaytê yekemîn serokwezîr bû serdana herêma Kurdistanê kir û hîngê wî tekîd li ser wê yekê kir ku di şerê dijî terorîstan de Îtaliya piştevaniya xelk û hikûmeta herêma Kurdistanê di hemû waran dike.
Serokwezîr got ku herêma Kurdistanê jî wê alîkarî û piştevaniya gel û hikûmeta Îtaliyayê bo herêma Kurdistanê bilind dinirxîne ji ber ku ew piştevanî û hevkarî di demekê de bû ku herêma Kurdistanê gelek mihtacî bi piştgirî û alîkariyê bû.
Di berdewamiya axavtina xwe de, serokwezîrê herêma Kurdistanê sipasiya wan efser û leşkeran kir ku ji Îtaliayayê hatine herêma Kurdistanê û meşiq û rahînanê bi pêşmergeyê Kurdistanê dikin, cejna Kirîsmis li wan û malbatên wan pîroz kir.
Barzanî di nav peyva xwe de peyamek ji malbatên wan efser û leşkeran re şand û got: Ew efser û leşker piştevaniya gelekî dikin ku zêdetir ji hezar kîlomtroyan tixûb digel hovtirîn rêxistina terorîstiya cîhanê heye û şanaziyê jî bi wê yekê dike ku li şûna civka navdewletî wî şerî dike û pêşmerge jî bi biwêrane û bi mêrxasî bergiriyê ji mirovatiyê dike. Peyama gel û hikûmeta herêma Kurdistanê eve ku herêma Kurdistan û Îraqê di hemû waran de pêwîstî bi alîkariya navdewletî heye daku bikaribin di wî şerî de serbikevin.
/grafik/uploaded/2015/3__2015_12_22_h22m42s3__SE.jpg
Serokwezîr, herwesa, sipasiya konsulê berê yê Îtaliyayê yê herêma Kurdistanê kir ku roleke mezin di xurtkirina têkeliyên navbera herêma Kurdistanê û Îtaliyayê di hemû waran de hebû û di hemna demê de bixêrhatina konsulê nû kir û serkeftin jê re xwest.
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, piştî merasima vekirina konsulxaneyê, digel serokê civata Senato ya Îtaliyayê civiya û got ku hikûmeta herêma Kurdistanê bi têkeliyên xwe yên digel Îtaliyayê dilxweşe û dixwaze wan têkeliyan di hemû waran de zêdetir xurt û berfirehtir bike. Barzanî ew yek jî ji şandeya mêvan re diyar kir ku deriyên herêma Kurdistanê li pêşiya kompanî û berhemînerên îtaliyayî vekirîne û hikûmet amadeye hemû hêsankariyan jê re bike.
/grafik/uploaded/2015/5__2015_12_22_h22m43s27__SE.jpg