Nêçîrvan Barzanî Herokwezîrê Herêma Kurdistanê, îro roja 15.07.2015ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Roberta Pînotî wezîra Parastina Îtaliyayê û şandeya pê re ku, ji konsulê Îtaliyayê yê Hewlêrê, sopasalarê Îtaliyayê û hijmareke berpirsên hikûmî, diplomatkar û fermandarên leşkerî pêkhatibû kir.
Di civînekê de ku Qubad Talebanî Cêgirê serokwezîr û hijmareke wezîr û berpirsên hikûmeta herêma Kurdistanê amade bûn, wezîra bergiriyê ya Îtaliyayê kêfxweşiya xwe li hember serdana bo herêma Kurdistanê û dîdara digel serokwezîrê Kurdistanê nîşan da û bi navê xwe û Hikûmeta Îtaliyayê rola pêşmergeyê Kurdistanê di şerê dijî terorîstan û bergirîkirin û parastina hemû pêkhateyên cudayên herêma Kurdistanê bilind nirxand û got ku herêma Kurdistanê nasnameyeke mezin li ser asta cîhanê bi dest xistiye û pêşmergeyê Kurdistanê jî bergiriyê ji şaristaniyê dike.
Şandeya Hikûmeta Îtaliyayê a bi serokatiya wezîra bergiriyê ya wî welatî amadeyîya welatê xwe ji bo alîkarîkirina koçber û penaberên qesta herêma Kurdistanê kiriye kir û rola hikûmeta herêma Kurdistanê di warê pêşwazîkirin û hewandina wê hijmara zêdeya koçber û penaberan bilind nirxand.
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser navê xwe, xelk û hikûmeta herêma Kurdistanê sipasiya Îtaliyaytê kir ku, her ji destpêka êrîşên terorîstên DAÎŞ bo ser herêma Kurdistanê, serokwezîrê Îtaliyayê yekemîn serokwezîr bû serdanan herêma Kurdistanê kir û piştgiriya welatê xwe ji bo hevkarîkirina herêma Kurdistanê ragehand.
Barzanî behsa rola Îtaliyayê û ew alîkariyên di warê însanî û leşkerî de bo pêşmergeyê Kurdistanê û koçber û penaberên li herêma Kurdistanê hene dik kir û li hember wan alîkariyan sipasiya hikûmet û xelkê Îtaliyayê kir.
Weke tê zanîn dema Roberta Pînotî Wezîra Parastina Îtaliyayê û şandeya pê re gihiştîn Herêma Kurdistanê li balefirxaneya navdewletiya Hewlêrê ji aliyê Mistefa Seyd Qadir wezîrê pêşmerge û Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Îtaliyayê ve hatin pêşwazî kirin.