|
Daxûyanî ya serokatî ya Perlemana kurdistanê
Cemawerê serbilindê kurdistanê
Li demekî de xelkê kurdistanê bi umêdeke pir mezin ve çaverê gavên sepandina bêtir serbora demokrasî û fedralîzma herêma kurdistanê bun,jibuna bêtir xort kirina gîyanê biratî û hev xebatê dinêvbera alî yên sîyasî de û tev pêkhateyên netewî û olî de.
Cihê daxê ye li roja 2-12-2011, çend buyerên nexweş, dur ji yasa li navçeya Behdînan çêbûn,êriş û şewitandina çend dukan û hotêlên geştyarî yên welatîyên Kiristîyan û Êzidî ya li bajarê Zaxo dest pêkir û di piştre li Duhok û Qeza Sêmêl jî dest pêkir , her ji ber wê sedemê baregahên Yekgirtuya Îslamî li kurdistanê jî hatin şewitandin û ew buyer jî bune sedema dilgiranî û bêzarîya xelkê kurdistanê.
Serokatî ya Perlemana kurdistanê gelek bi tundî îdaneya hemu karên dur ji yasayê dike û daxazê ji tev alîy û welatî yên herêma kurdistanê dike ku xwe ragirbin û hevdu tawanbar nekin û li benda encamên lêkolîna bin jiboy aram kirina rewş û gihiştin bi rastîya û encamdana karên yasayî yên pêwîst.
Erkek niştîmanî û netewî ye ku em hemu alîkarên lijana lêkolîna bîn ku ji alî yên serokê herma kurdistanê ve hatî ye pêk anîn û nuneratî ya perleman jî têde ye jiboy lêkolîna sebaret buyerên Zaxo û Duhok û Sêmêl encamp bidin.
Di vê rewşa hestyar de erka alîyên sîyasî û weltyên herêma kurdistanê ye ku bi canekî lêborîn ve hevdu qebûl bikin û daxazê ji hikumeta herêma kurdistanê dikîn rola xwe bileyze di dubare aram kirina rewşê de û çareserkirian arîşeya û parastina serwerya yasa û dadwerî yê û hemu wan hewla retdikîn ku dive rola Perleman kêm bikin di rewşeke weha de.herweha daxaê ji tev cun û alî yên civaka kurdistanê dikîn hevkar bin digel sazî yên fermî li herêmê ûrewşa aram û tenah biparêzin û xwe dur bikin ji her tudkaryekê.
Serokatî ya Perlemana Kurdistanê
3-12-2011
|