Kurdistan Regional Government


 

Xurtkirina pêwendiyên navbera hêza pêşmerge, hêzên pirnetewe û artêşa Iraqê li Silêmaniyê hatin gotûbêj kir

Duhî cîgirê serokê herêma Kurdistan Kosret Resul Elî bi amadebûna cîgirê serokwezîrê Iraqê Berhem Ehmed Salih pêşwazî li fermandararê hêzên pirnetewe yên li Iraqê Rimond Oderno û şandeyê pê re kir.

Di civînê de ku li Silêmaniyeyê hate sazkirin, gotûbêj li ser xurtkirina pêwendiyên navbera hêzên pirnetewe, pêşmerge, artêşa Iraqê û çawaniya hemahengîkirinê ji bo bicîhanîna karûbarên girêdayî parastina aramî û ewlekariyê li serdanserê Iraqê, hate kirin.

Cîgirê serokê herêmê Kosret Resûl Elî tekîd kir ku herêma Kurdistanê, nemaze hêza pêşmerge ji bo bidestxistina aramî û ewlekariyê li seranserê Iraqê, amadeyê her alîkariyekê ye.
Di berdewamiya axaftina xwe de Elî serdana Oderno bo herêma Kurdistanê bi girîng wesif kir û hêvî kir ku ji bo xurtkirina têkiliyan, serdanên vî awayî berdewam bin.
Paşê General Oderno qala giringiya pêwendiya navbera hêzên pirnetewe, hêzên pêşmerge û artêşa Iraqê kir û bi faktoreke sereke ya dabînkirina aramî û ewlekariya Iraqê wesif kir. Her wiha rola hêza pêşmerge di prosesa azadkirina Iraqê û rûbrûbûna terorîstan de bilind nirxand.

Her yek ji endamê polîtburoya PDK-ê Zeîm Elî, wezîrê pêşmerge Cafer sêx Mistefa, serokerkanê artêşa Iraqê Babekir Zêbarî û hin berpirsên din yên hêza pêşmerge û artêşa Iraqê di civînê de amade bûn