|
Mesûd Barzanî: Mehmed Uzun di pêşdebirina çîroka kurdî de roleka diyar hebû
Bi minasebeta wefatbûna nivîskarê navdar ê kurd Mihemed Uzun, Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê peyameke behîdariyê pêşkêşî malbat û kes û karên xwedêjêrazî kir , ev jî teksta wê ye:
Bi navê Xudê mezin û dilovan
Malbata xudêjêrazî Mihemed Uzun birêz, silavên Xudê li we bin. Nûçeya wefatbûna nivîskarê navdar û mezin, kurdê bakur, xuedêjêrazî Mihemed Uzun bi kovaneke mezin ve gehişte min. Wî roleke diyar û mezina di pêşdebirina hunerê çîroka kurdî de hebû û di vî warî de xwedî hejmareke pertukên bilind û bi rûmet bû. Bi vê helketinê behî û sersaxiyan pêşkêşî malbata we, hemû edîb, nivîskar û kesatîyên çandî yên gelê me dikim.
Bi koçbarbûna wî zirareke mazin giha edebyata kurdî.
Ji Xwedê yê mezin dixwazim canê xwedêjêrazî bi bihuşta fereh şad bike û sebir û tehamilê jî bide hemû aliyan.
Îna lîlah we îna îleyhî racî`un
Mesûd Barzanî
Serokê Kurdistanê
11.10.2007
|