Kurdistan Regional Government


 

Kurtebiyografiya Nêçîrvan Barzanî

Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistnê û endamê polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê ye. Nêçîrvan Barzanî kurê Îdrîs Barzani ye û neviyê serokê nemir Mela Mistefa Barzanî ye. Ew di sala 1966 ê de ji dayk bû. Dema di sala 1975ê de Îraq û Îranê li Cezayîrê li dijî şoreşa Kurdistanê, şoreşa Îlonê, li hev kir û bi biryareka siyasî bo demkê kurt serokatiya şoreşê, şerê çekdarî rawestand, wê demê Nêçîrvan Barzanî bi malbata xwe re koçberî Îranê bû û li wêrê li unîversîteya Teharanê, fekulteya zanstên siyasî xand.

Bavê Nêçîrvan Barzanî, Îdrîs Barzanî endamê polîbîroya KDP ê bû û roleka gelek mezin di nav tevgera rizgarîxaza Kurdistanê de hebû û her ji zarokîniya xwe di nav refên şoreşê de bû mil bi milê pêşmergan mezin bibû. Dema Îdrîs Barzanî wefat kir, Nêçîrvan Barzanî mecbûr bû xandina xwe birêve bihêle û beşdariyê di şoreşê û şerê çekdarî de bike.

Nêçîrvan Barzanî zû di nav refên pêşmerge û şoreşê de pêşket û berpirsiyariyên mezin dan ser milên xwe. Her jiber zîrekî û jêhatiya wî, ew di sala 1989 de bû endamê polîtbîroya KDP ê.
Di sala 1996 ê de bû cêgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê.
Di sala 1999 ê de bû serokê hikûmeta herêma Kurdistanê ( kabîna çarê).
Di 7-5-2006 ê de bû serokê hikûmeta herêmê Kurdistanê ya yekgirtî.

Di bin serokatiya wî de hikûmeta herêma Kurdistanê simayê hikûmeteke demkrat, sekular û pir partî wergirt. Ew dixebite ku civatek moderin, pêşkeftî û azad ava bike û her wisa jiyana xelkê herêma Kurdistanê geş û xweş bike, û sîstema siyasî û aborî ya herêma Kurdistanê azad û serbixwe bike, ew di dereca yekê de giringiyê dide pêşveçûna însana, parastina mafê jinan, geşepêdana îndustriyê, pêşxistina demûdezgehên hikûmetê û giringîdan bi warê perewerdeyê.

Nêçîrvan Barzanî bi keça serokê herêma Kurdistanê re zewiciye û çar zarokên wî hene. Ew ji bilî zimanê kurdî zimanê farsî jî baş dizane, her wisa erebî û îngilîzî jî dizane.

Nêçîrvan Barzanî ji siwariya hespan, melevaniyê û hilkişiyana çiyan bi pêşmergeyan re hez dike.