Talebanî: Pêdviye rewşa Kerkûkê çareser bibe
7/3/2019 4:06:52 PM
Di civînê de tekîd li ser pêwîstiya berdewambûna çaksaziyan di kabîneya bihêt da kir bi taybetî jî tekîd li ser pêwîstiya rêkxistina sîstema bankî li Kurdistanê berdewamiya çaksaziyan di nav wezareta pêşmerge da hat kirin
Talebanî: pirosesa çaksaziyê berdewam û berfirehtir dibe
6/29/2019 1:02:01 PM
Talebanî diyar kir ku di kabîneya berê da ji bona destpêkirina çaksaziyan gavên giring hatine avêtin û erka mezin ya kabîneya nû jî berdewamîdan û berfirehkirina wan gavên ji bona çaksaziyê hatine avêne ye
Qubad Talebanî digel serokê Tîma lêkolîna tawanên DAÎŞê dicive
6/23/2019 3:52:11 PM
Her du aliyan behsa tesîra şerê terorîstên DAÎŞ li ser deruniya lêqemiyan kir û her du alî hevhizir bûn ku çareserkirina derunî ji bo qurbaniyên şerê DAÎŞê bi qed avadankirina deverên wan yên ziyan gihayê giring e
Ermenistan Konsulxaneyê li Herêma Kurdistanê vedike
6/23/2019 3:25:08 PM
Balyozê Ermenistanê yê Bexdayê di civînê da eşkere kir ku welatê wî dê di destpêka sala bê da konsulxaneya xwe li Herêma Kurdistanê veke ku, ev jî dê bibe alîkariyek ji bona hevkarî û hevahengiya zêdetir
Qubad Talebanî tevî şandeyeka leşkeriya Amerîkayê civiya
6/18/2019 9:34:20 AM
Di civîna bi berhev bûna Steve Fagin Konsulê Giştiyê Amerîkayê li Hewlêrê, bal kişandine ser bi cih anîna reforman li Wezareta Pêşmerge, şerê dijî terorê û hemahengiya pitir navbera Pêşmerge û hevpeymanan.
Talebanî: Di rewşeka dijwar û tijî kirîzên emnî û siyasê da xebata bielektironîkirina hikûmetê dest pê kir
5/25/2019 4:58:37 PM
Talebanî got ku raste Herêma Kurdistanê beşek ji Îraqê, lê dikare serweriya xwe ya elektironî hebe û bi sîsema cîhanî ve bê girêda. Pirsgirêkên federalî di rêya bielektironîkirina hikûmetê da hene weke; Karta Niştimanî û sîstema bankeyan û got ku ew geşbîne ku ji aliyê tîmên pispor û şaraza ve dê ji bo hemû pirsgirêkan çarserî hebin
Cîgirê Serokwezîr ber bi Estonyayê bi rê ket
5/20/2019 9:40:32 PM
- Konferens taybet e bi hukimdariya elektironî li jêr dûrîşmê (armancên hevbeş û nexşerêyên cuda) dest bi karê xwe bike, ji bilî serokomarê Estonyayê, şandeyên balayên welatan û berprisên navdewletî û cîgirê sekreterê giştiyê Neteweyên Yekgirtî amade dibin
Kenîseya Rojhilata Aşûrî li Cîhanê sipasiya Nêçîrvan Barzanî dike
5/20/2019 9:20:07 PM
şandeya mêvan sipasiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û saziyên peywendîdarên hikûmetê kir ku piştgiriya kar û çalakiyên wan dikin û hijmareke mezin ya koçberên mesîhî hewandina û bê cudahî hevkarî û alîkairyê jê ra dikin. Wê şandeyê got jî ku biratî, yekrêzî û kultûra hevduqebûlkirinê ku Herêma Kurdistanê bûye pirensîpek serke li hemû cîhanî cîyê şanaziyê ye
Li Hewlêrê Serowkezîr digel Konsulê giştiyê Amerîkayê dicive
5/20/2019 8:56:17 PM
Di civînê da, herwesa, rewşa siyasiya Îraqê bi giştî û ya Herêma Kurdistanê bi taybetî, gavên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin behis kirin û Serokwezîr Barzanî ji şandeya Amerîkayê ra behsa rêkeftina aliyên siyasîyên Herêma Kurdistanê li ser aktîvkirina saziya seroaktiya Herêma Kurdistanê û pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê kir
Serokwezîr: Em dixwazin me baştirîn têkelî bi dewletên cîran û cîhanê ra hebin
5/17/2019 12:27:03 PM
Serokwezîr got ku li Herêma Kurdistanê ji bona hatina şirket û kompaniyên biyanî ku di warên cuda da sermayegozariyê bikin jîngehek minasib heye. Barzanî ji şandeya Belarûsyayê re got ku Herêma Kurdistanê dixwaze hemû pirsan bi Bexdayêra bi rêya diyalogê û li gor destûrê çareser bike û baştirîn têkelî bi dewletên cîran û cîhanê ra li ser bingeha dostanî, aşitî û hevahengiyê hebe