Serokwezîr: Em dixwazin me baştirîn têkelî bi dewletên cîran û cîhanê ra hebin
5/17/2019 12:27:03 PM
Serokwezîr got ku li Herêma Kurdistanê ji bona hatina şirket û kompaniyên biyanî ku di warên cuda da sermayegozariyê bikin jîngehek minasib heye. Barzanî ji şandeya Belarûsyayê re got ku Herêma Kurdistanê dixwaze hemû pirsan bi Bexdayêra bi rêya diyalogê û li gor destûrê çareser bike û baştirîn têkelî bi dewletên cîran û cîhanê ra li ser bingeha dostanî, aşitî û hevahengiyê hebe
Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Fexrî Kerîm dike
4/1/2019 11:49:53 AM
Barzanî û Kerîm pêşhatên siyasî li Îraq û Kurdistanê, pêwîstiya berdewamiya xebatên ji bona yekxistina hewlestê hêz û aliyên siyasiyên kurdistanî bi mebesta beşdarîkirina hemûyan di bidestanîna armancên hevbeş, berdewamî rabûn û pêşkeftina Herêma Kurdistanê
Serokwezîr: Em dê geştiyariyê bikin çavkaniyeka dahatiniyê
3/18/2019 1:40:11 PM
Ji bona binyatdanan sektora geştiyarî, hikûmeta Herêma Kurdistanê bi awayekî serek pişta xwe bi sektora taybet ve girê dide. Di warê binyatdanana infrastureke saxlem û berfireh ya geştiyarî li Herêma Kurdistanê, sektora taybet dikare rola yekalîker bilîze. Divê rewş û biserhatiyên çend salên dijwarên borî ji Herêma Kurdistanê re bibin ders û îbret
Hikûmeta Herêma Kurdistanê şîstema paşkeftkirina miaşna hilweşand
3/9/2019 5:36:04 PM
Nêçîrvan Barzanî mizgîniya helweşandina biryar û sîstema paşekeftkirina miaşê miaşgirên Herêma Kurdistanê ragehand û ew biryar bi girantirîn û dijwartirîn biryara hikûmeta Herêma Kurdistanê wesif kir. Serokwezîr sipasiya xelkê Kurdistanê bi giştî û bi tyabetî sipasiya miaşgir, pêşmerge, hêzên navxwe, belênder, binvestman û kasibkaran kir ku xweragir bûn û rewşa aboriya Herêma Kurdistanê li ber çavan girt û tehemul kir
Naveroka prêskonferensa Serokwezîrê Îtalya û Serokwezîrê Kurdistanê
2/7/2019 2:55:35 PM
Serok Wezîrê Îtalyayê: Em, xebat û tekoşîna we ya ji bo jinavbirina DAÎŞê bilind dinirxîn in û we karekî gelek mezin û bê hempa li Îraqê kir, we ew yek bi hêz û îmkanên xwe encam da, lê îro em hemû dizanin DAÎŞ hêşta metirsî ye. her çiqas niha çi cografiya û devereke diyarkirî di bin destê wê da nîne, lê belê divê hûn gelek hişiyar bin û çênabe civaka navdewletî jî li hember vê metirsiyê bê deng be
Serokwezîr: Partiyên kurdistanî divê yekgirtî bin
2/1/2019 11:37:04 PM
Îro pitir ji her demeka din divê PDK û YNK bi hev re kar bikin û pirsgiorêkan çareser bikin. dem hatiye ku PDK û YNK û partiyên din li Herêma Kurdistanê, bi hev re li ser pirs û pirosesa siyasî kar bikin û li ser asta Herêma Kurdistanê û Îraqê lihev têgihiştin di navbera wan de zêdetir bibe. Hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê bi awayekî hevbeş û bê arîşe birêve bibin û mil bidin ber çareserkirina hemû pirsgirêkên ku li Herêma Kurdistanê hene
Civata Wezîran roja alaya Kurdistanê pîroz dike
12/17/2018 10:55:25 PM
Kerîm Şingalî bi navê Hikûmeta Herêma Kurdistnê peyvek pêşkeş kir û roja alaya Kurdistanê li hemûyan pîroz kir û got ku hikûmet hertim giringiyê bi bîranîna rojên serweriyê û rojên zehmet û dijwar yên gelê Kurdistnê dide û her ji ber vê yekê parlamentoya Kurdistanê li sala 2009 biryar da ku vê rojê weke roja alaya Kurdistanê bipejirîne
Serokwezîr Cejna Rojiyê li Êzidiyan pîroz dike
12/15/2018 2:01:59 AM
Ev cejne jî careke din di demekê da hat ku, mixabin, hêşta hijmareke mezin ya êzidiyan di nava kampên koçberiyê de dijîn û nekarîne ji bo ser cih û warên xwe vegerin. Ez hêvîdar im cejnên bihên hemû bi serferazî ji bo ser cih û waraên xwe yên aram û avadankirî vegerin û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bona vê yekê dê hemû hewilên xwe bide
Serokwezîrê Kurdistanê digel Wezîrê Derve yê Lubnanê li Hewlêrê dicive
12/5/2018 12:25:12 AM
Cubran Basil Wezîrê Derve yê Lubnanê sipasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku hevkarî û piştgiriya kar rû çalakiyên revenda Lubnanî li Herêma Kurdistanê dike û got ku Lubnan dixwaze têkeliyên xwe di hemû waran de, bi taybetî di warên bazirganî, tûrîzim, kultûr û sermayerazandinê de berfirehtir bike
Vekirina senterê lêkolînên Jonosîda li zanîngeha Çermû
12/2/2018 8:30:04 PM
Quba Talebanî behsa armanca serdana xwe kir û got ku hatina wan ji bo Çemçemal taybete bi serdana zanîngeha Çermû daku ji nêzîk haydarî rewşa wê ya zanistî û akademîk û pirosesa xwendinê bi sîstena navdewletî, bibin. Zanîngeha Çermû di demkê de hat avakirin ku Herêma Kurdistanê di rewşake aborî gelek xerabde bû û vekirina zanîngehê di wê rewşê de eb pêşkeftina bidest anî div ê dema kurt de dixuyê ku karekî gelek mezin ahtiye kirin