Hikûmeta Herêma Kurdistanê
SAT, 20 APR 2024 00:03 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Chalaki




Talebanî: Pêdviye rewşa Kerkûkê çareser bibe

7/3/2019 4:06:52 PM

Di civînê de tekîd li ser pêwîstiya berdewambûna çaksaziyan di kabîneya bihêt da kir bi taybetî jî tekîd li ser pêwîstiya rêkxistina sîstema bankî li Kurdistanê berdewamiya çaksaziyan di nav wezareta pêşmerge da hat kirin


Talebanî: pirosesa çaksaziyê berdewam û berfirehtir dibe

6/29/2019 1:02:01 PM

Talebanî diyar kir ku di kabîneya berê da ji bona destpêkirina çaksaziyan gavên giring hatine avêtin û erka mezin ya kabîneya nû jî berdewamîdan û berfirehkirina wan gavên ji bona çaksaziyê hatine avêne ye


Qubad Talebanî digel serokê Tîma lêkolîna tawanên DAÎŞê dicive

6/23/2019 3:52:11 PM

Her du aliyan behsa tesîra şerê terorîstên DAÎŞ li ser deruniya lêqemiyan kir û her du alî hevhizir bûn ku çareserkirina derunî ji bo qurbaniyên şerê DAÎŞê bi qed avadankirina deverên  wan yên ziyan gihayê giring e


Talebanî: Di rewşeka dijwar û tijî kirîzên emnî û siyasê da xebata bielektironîkirina hikûmetê dest pê kir

5/25/2019 4:58:37 PM

Talebanî got ku raste Herêma Kurdistanê beşek ji Îraqê, lê dikare serweriya xwe ya elektironî hebe û bi sîsema cîhanî ve bê girêda. Pirsgirêkên federalî di rêya bielektironîkirina hikûmetê da hene weke; Karta Niştimanî û sîstema bankeyan û got ku ew geşbîne ku ji aliyê tîmên pispor û şaraza ve dê ji bo hemû pirsgirêkan çarserî hebin


Kenîseya Rojhilata Aşûrî li Cîhanê sipasiya Nêçîrvan Barzanî dike

5/20/2019 9:20:07 PM

şandeya mêvan sipasiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û saziyên peywendîdarên hikûmetê kir ku piştgiriya kar û çalakiyên wan dikin û hijmareke mezin ya koçberên mesîhî hewandina û bê cudahî hevkarî û alîkairyê jê ra dikin. Wê şandeyê got jî ku biratî, yekrêzî û kultûra hevduqebûlkirinê ku Herêma Kurdistanê bûye pirensîpek serke  li hemû cîhanî cîyê şanaziyê ye


Li Hewlêrê Serowkezîr digel Konsulê giştiyê Amerîkayê dicive

5/20/2019 8:56:17 PM

Di civînê da, herwesa, rewşa siyasiya Îraqê  bi giştî û ya Herêma Kurdistanê bi taybetî, gavên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin behis kirin û Serokwezîr Barzanî ji şandeya Amerîkayê ra behsa rêkeftina aliyên siyasîyên Herêma Kurdistanê li ser aktîvkirina saziya seroaktiya Herêma Kurdistanê û pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê kir


Serokwezîr: Em dixwazin me baştirîn têkelî bi dewletên cîran û cîhanê ra hebin

5/17/2019 12:27:03 PM

Serokwezîr got ku li Herêma Kurdistanê  ji bona hatina şirket û kompaniyên biyanî  ku di warên cuda da sermayegozariyê bikin jîngehek minasib heye. Barzanî ji şandeya Belarûsyayê re got ku Herêma Kurdistanê dixwaze hemû pirsan bi Bexdayêra  bi rêya diyalogê û li gor destûrê çareser bike û baştirîn têkelî bi dewletên cîran û cîhanê ra li ser bingeha dostanî, aşitî û hevahengiyê  hebe


Serokwezîrê Kurdistanê digel Balyozê Brîtanyayê li Îraqê dicive

5/17/2019 10:51:35 AM

Her du aliyan behsa têkeliyên navbera Brîtanya û Kurdistanê, têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê kir û dane zanîn ku ji ber ew danûstandinên di navebra Bexda û Hewlêr da hene heta niha çend pirsgirêk hatine çareser kirin   û di vê çarçoveyê da, Balyozê Brîtanyayê rola Serokwezîr Barzanî bilind nirxand


Serokwezîr digel nûnera sekreterê Neteweyên Yekgirtî dicive

5/13/2019 11:20:59 PM

Di civînê da behsa rewşa deverên veqetandî ji Herêma Kurdistanê hat kirin û her du aliyan tekîd li ser asayîkirin û baştirkirina rewşa asayîşa wan deveran û vegerandina xelkê wan deveran û ser mal û warên wan bi hevahengiya navebra Hewlêr û Bexdayê kir.


Qubad Talebanî di merasima derçûyên Zanîngeha Amerîkayê da gotarek pêşkeş kir

5/13/2019 9:48:20 PM

Talebanî got ku divê Herêma Kurdistanê felsefe û rêbazeka aborî ya diyarkirê û minasib hilbijêre, wî got ku ew geşbîne ku kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê dê li ser çaksaziyê berdewam be,  asata xizmetgozariyan bilind bike û zêdetir giringiyê bi vejandina bazar bide 



previous 1 2 3 4 5 6 7 8 9 10  ... next