Hikûmeta Herêma Kurdistanê
SAT, 20 APR 2024 05:51 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Chalaki




Qubad Talebanî di merasima derçûyên Zanîngeha Amerîkayê da gotarek pêşkeş kir

5/13/2019 9:48:20 PM

Talebanî got ku divê Herêma Kurdistanê felsefe û rêbazeka aborî ya diyarkirê û minasib hilbijêre, wî got ku ew geşbîne ku kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê dê li ser çaksaziyê berdewam be,  asata xizmetgozariyan bilind bike û zêdetir giringiyê bi vejandina bazar bide 


Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandeyeka balaya Amerîkayê dike

3/19/2019 9:57:34 PM

Her du aliyan tekîd li ser rola hêzên Amerîkayê û hêzên Hevpeymana navdewletî li Îraqê kir û bi pêwîstî zanî di vê demê de ji bona vegeranidna aramiyê û rûbirûbûna metirsiya careke din serhildanan terorê ew hêz bimînin


Peyama Encumena Wezîran ji bo 8 Adarê Roja Cîhaniya Jinan

3/8/2019 4:05:46 PM

Jin di sektora perwerde û pêgihandina nivşên îro û pêşerojê yên gelê me xwedî roleke sereke ne û sal bi sal jî rola wan di vê sektora giring de pitir dibe. Zêdebûna hijmara jinên parlamenter û xwedî postên bilind û giring di saziyên fermî yên Herêma Kurdistanê de, amajeyeke giring a bihêzbûna bingehên wekheviyê ne


Serokwezîr pêşwazî li Wezîrê pîşesazî û bazirganî yê Urdinê dike

3/7/2019 10:32:42 PM

Nêçîrvan Barzanî sipasiya serdana şandeya Urdinê kir û helwestên giring û pir buha yên Şah Ebdula şahê Urdinê di demên nexweş û dijwar da bo Herêma Kurdistanê bilind nirxandin û  got ku hikûmeta Herêma Kurdistanê amadeye di hemû waran da, bi taybetî di warê aborî û bazirganî de, têkeliyên xwe bi Urdinê ra pêşde bibe


Nêçîrvan Barzanî: Divê jin li hember tundûtûjiyê dengê xwe bilind bikin

11/26/2018 11:24:24 PM

Herêma Kurdiostanê, rê xweş kirye ku regezê mê li hemû warên giştî yên îdarî, civakî û siyasî de jin werin pêş û rola xwe bibînin. Weke hûn jî dibînin ev beşdariya jinan di hilbijartinên giştiyên parlamento û civata wîlayetan û şaredariyan de zelal û ber bi çav e. Siyaseta Herêma Kurdistanê, çi weke hikûmet û çi weke aliyên din nav civaka Kurdistanê, roleke gelek zêde lîstiye ku jin li Kurdistanê çalaktir û azatir di hemû waran de bihên dîtin


Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeka NY dike

9/13/2018 5:28:48 PM

Şanda mêvan pêşketinên Herêma Kurdistanê li warê hekheviya navbera jin û mêran, parastina mafên jinan, çareser kirina krîzên dijwar û bi hev re jiyana olî û netewên cuda giring nirxand û pêdagirî li ser berdewam bûna kar û çelengî yên NY li Herêma Kurdistanê kir.


Daxuyaniyek ji Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

3/22/2018 3:15:17 PM

Tevî hevderdî û hevxemiyê, em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwaz in û em dilgiraniya xwe li hember bi armanc kirina gund û avedaniyên Herêma Kurdistanê nîşan didin ku, mixabin, ji ber nêzîk bûna baregahên PKK, gund û avadaniyên wê deverê, hertim metirsî li ser wan deveran heye û ev çend care hevwelatî dibin qurbanî


Qubad Talebanî: Pêwîstiya me bi şoreşka hizrî heye

3/9/2018 12:56:40 AM

Cîgirê Serokwezîr: Divê bi kiriyar derfet ji jinan re bihê dan ji bo vê yekê dîtinên xwe bêjin, divê guhertin bên kirin û van guhertinan jî pêwîstî bi şoreşeka hizir heye.Heta niha sîstema kota ya hilbijartinan ji bo jinan heye ku jin bigihin parlamentoyê, careka din em dibêjin pêwîstiya me bi şoreşeka hizrî heye.


Peyama Civata Bilina Karûbarên Xaniman ji bo 8 Adarê

3/9/2018 12:10:58 AM

Jinan çavê xwe berdaye ser paşerojê da ku di pirosesa geşkirin û pêşxistina Kurdistanê de roleke serekî hebin, weke çawa li serdema şoreş û serhildanan roleke giring hebûn. Bi bawera me beşdariya rasteqîne ya jinan di pirosesa pêşxistin û zêdetir beşdariya jinan di teknolojiya zaniyariyan de, garantiya serkeftin û pêşxistina Kurdistanê zêdetir dike


Peyva serokwezîr di merasima kampaniyaya berhingarbûna şideta li dijî jinan

11/28/2017 2:28:28 PM

Daxwazê ji kesatî û aliyên pêşkeftinxwazên desthilta federal li Bexdayê dikim rê bigirin li pêşiya bişûdana keçan di jiyê/temenê 9-saliyê de. Keçan di vî jiyê xwede pêwîstî bi viyana dayk û bavan heye da bikaribin xwendin û perwerdeya xwe pêş bixin, ne bibin alav û bi şû bidin jiyanê li wan tal bikin, hêvîdar im hêzên pêşkeftîxwaz li Îraqê rê nedin ew pirose biçe pêş û di sîsetma federalya Îraqê de bibe qanûn



previous 1 2 3 4 next