Talebanî: Pêdviye rewşa Kerkûkê çareser bibe
7/3/2019 4:06:52 PM
Di civînê de tekîd li ser pêwîstiya berdewambûna çaksaziyan di kabîneya bihêt da kir bi taybetî jî tekîd li ser pêwîstiya rêkxistina sîstema bankî li Kurdistanê berdewamiya çaksaziyan di nav wezareta pêşmerge da hat kirin
Talebanî: Di rewşeka dijwar û tijî kirîzên emnî û siyasê da xebata bielektironîkirina hikûmetê dest pê kir
5/25/2019 4:58:37 PM
Talebanî got ku raste Herêma Kurdistanê beşek ji Îraqê, lê dikare serweriya xwe ya elektironî hebe û bi sîsema cîhanî ve bê girêda. Pirsgirêkên federalî di rêya bielektironîkirina hikûmetê da hene weke; Karta Niştimanî û sîstema bankeyan û got ku ew geşbîne ku ji aliyê tîmên pispor û şaraza ve dê ji bo hemû pirsgirêkan çarserî hebin
Kenîseya Rojhilata Aşûrî li Cîhanê sipasiya Nêçîrvan Barzanî dike
5/20/2019 9:20:07 PM
şandeya mêvan sipasiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û saziyên peywendîdarên hikûmetê kir ku piştgiriya kar û çalakiyên wan dikin û hijmareke mezin ya koçberên mesîhî hewandina û bê cudahî hevkarî û alîkairyê jê ra dikin. Wê şandeyê got jî ku biratî, yekrêzî û kultûra hevduqebûlkirinê ku Herêma Kurdistanê bûye pirensîpek serke li hemû cîhanî cîyê şanaziyê ye
Li Hewlêrê Serowkezîr digel Konsulê giştiyê Amerîkayê dicive
5/20/2019 8:56:17 PM
Di civînê da, herwesa, rewşa siyasiya Îraqê bi giştî û ya Herêma Kurdistanê bi taybetî, gavên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin behis kirin û Serokwezîr Barzanî ji şandeya Amerîkayê ra behsa rêkeftina aliyên siyasîyên Herêma Kurdistanê li ser aktîvkirina saziya seroaktiya Herêma Kurdistanê û pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê kir
Serokwezîr: Em dixwazin me baştirîn têkelî bi dewletên cîran û cîhanê ra hebin
5/17/2019 12:27:03 PM
Serokwezîr got ku li Herêma Kurdistanê ji bona hatina şirket û kompaniyên biyanî ku di warên cuda da sermayegozariyê bikin jîngehek minasib heye. Barzanî ji şandeya Belarûsyayê re got ku Herêma Kurdistanê dixwaze hemû pirsan bi Bexdayêra bi rêya diyalogê û li gor destûrê çareser bike û baştirîn têkelî bi dewletên cîran û cîhanê ra li ser bingeha dostanî, aşitî û hevahengiyê hebe
Serokwezîrê Kurdistanê digel Balyozê Brîtanyayê li Îraqê dicive
5/17/2019 10:51:35 AM
Her du aliyan behsa têkeliyên navbera Brîtanya û Kurdistanê, têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê kir û dane zanîn ku ji ber ew danûstandinên di navebra Bexda û Hewlêr da hene heta niha çend pirsgirêk hatine çareser kirin û di vê çarçoveyê da, Balyozê Brîtanyayê rola Serokwezîr Barzanî bilind nirxand
Serokwezîr digel nûnera sekreterê Neteweyên Yekgirtî dicive
5/13/2019 11:20:59 PM
Di civînê da behsa rewşa deverên veqetandî ji Herêma Kurdistanê hat kirin û her du aliyan tekîd li ser asayîkirin û baştirkirina rewşa asayîşa wan deveran û vegerandina xelkê wan deveran û ser mal û warên wan bi hevahengiya navebra Hewlêr û Bexdayê kir.
Qubad Talebanî di merasima derçûyên Zanîngeha Amerîkayê da gotarek pêşkeş kir
5/13/2019 9:48:20 PM
Talebanî got ku divê Herêma Kurdistanê felsefe û rêbazeka aborî ya diyarkirê û minasib hilbijêre, wî got ku ew geşbîne ku kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê dê li ser çaksaziyê berdewam be, asata xizmetgozariyan bilind bike û zêdetir giringiyê bi vejandina bazar bide
Serokwezîr salvegera damezrandina Bingehê Laliş pîroz dike
5/12/2019 4:38:03 PM
Ji bo xizmeta êzidîyan û civak û saziyên wan, hikûmeta Herêma Kurdistanê dê li ser pişitevanîkirina Bingehê Laliş û sazîyên din yên êzidîyan berdewam be daku serfraz û bi aramî li ser axa xwe, nêzîkî perstgeh û pîrozîyên xwe li Kurdistanê, li ser jiyan, kar û xebatên xwe berdewam bin û pêşve biçin
Nêçîrvan Barzanî bi şandeyeka Brîtanyayê ra rewşa deverê dinirxîn in
5/5/2019 2:21:16 PM
Her du aliyî li ser çewaniya bicîkirina aramiyê li Îraqê bi piştevaniya civaka navdewletî, pirosesa siyasî li Herêma Kurdistanê, têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê hevhizir bûn û di vê çarçoveyê da, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî got ku Herêma Kurdistanê dixwaze hemû pirsgirêk bi rêya diyalog û li gor qanûn û destûrê bên çareser kirin