Hikûmeta Herêma Kurdistanê
TUE, 23 APR 2024 22:31 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Chalaki




Qubad Talebanî digel serokê Tîma lêkolîna tawanên DAÎŞê dicive

6/23/2019 3:52:11 PM

Her du aliyan behsa tesîra şerê terorîstên DAÎŞ li ser deruniya lêqemiyan kir û her du alî hevhizir bûn ku çareserkirina derunî ji bo qurbaniyên şerê DAÎŞê bi qed avadankirina deverên  wan yên ziyan gihayê giring e


Serokwezîr salvegera damezrandina Bingehê Laliş pîroz dike

5/12/2019 4:38:03 PM

Ji bo xizmeta êzidîyan û civak û saziyên wan, hikûmeta Herêma Kurdistanê dê li ser pişitevanîkirina Bingehê Laliş  û sazîyên din yên êzidîyan berdewam be daku serfraz û bi aramî li ser axa xwe, nêzîkî perstgeh û pîrozîyên xwe li Kurdistanê, li ser jiyan, kar û xebatên xwe berdewam bin û pêşve biçin


Serokwezîr û Desteya Xêrxwaziya Îslamiya Navdewletî rewşa koçberan dinirxînin

4/15/2019 12:15:37 AM

Ebdula Meituq behsa civîn û dîdarên xwe yên bi aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê û serdana kampên koçber û penaberan kir û got ku Desteya Xêrxwaziya Îslamiya Navdewletî û dewleta Kuwêt jî hevkarî û alîkariya koçber û penaberan dikin û dê di nawendên navdewletî da pêdawîstîyên Herêma Kurdistanê di vî warî da berçav bikin.

 


Peyama Nêçîrvan Barzanî bi helkefta 31 saliya Enfalan

4/14/2019 9:19:11 PM

Siyaseta regezperistiya rijêma Bassê li hember miletê me, ji bilî wêrankirin, tirsandin û ferizkirina desthelata hoveneya dewleta Îraqê, jiyana zêdetir ji 180 hezar kesan bi çekê giran, gaza kojek û kîmiyabaran asîmanê Kurdistanê bi dawî anî. Eme weke miletek divê bi wezîfeya xwe bizanîn ku ne bi tenê yada qurbaniyên Enfalan bikin, lê belê hevkarî timama malbatên wan û avadankirina deverên wan û baştirkirina şertên jiyanê wan di stoyê me daye.


Nêçîrvan Barzanî tevî Serokwezîrê Vatîkanê civiya

12/29/2018 1:00:17 PM

Serokwezîrê Vatîkanê kêfxeşiya xwe ji bo serdan kirina Herêma Kurdistanê û hevdîtina tevî Serokwezîr Barzanî nîşanda û ji bona bi hev re jiyana aştiyane û lêbihurîna ku li Kurdistanê heye, pesna Herêma Kurdistanê kir û rola Serkwezîr giring nirxand û piştîvaniya Vatîkanê ji bo Herêma Kurdistanê xuyakir.


Barzanî û Helbûsî rewşa siyasî ya Îraqê û deverê dinirxînin

12/15/2018 2:15:47 AM

Barzanî û Helbûsî rewşa siyasî û emnî ya Îraqê, gavên kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê, pir kirina  posteyên heta niha vala mane û astengên li pêşiya pirosesa siyasî di civînekê de hatin gotûbêj kirin û pêdagirî li ser piroseyeke siyasî ya saxlem li Îraqê kirin.

 


Serokwezîr Cejna Rojiyê li Êzidiyan pîroz dike

12/15/2018 2:01:59 AM

Ev cejne jî careke din di demekê da hat ku, mixabin, hêşta hijmareke mezin ya êzidiyan di nava kampên koçberiyê de dijîn û nekarîne ji bo ser cih û warên xwe vegerin. Ez hêvîdar im cejnên bihên hemû bi serferazî ji bo ser cih û waraên xwe yên aram û avadankirî vegerin û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bona vê yekê dê hemû hewilên xwe bide


Serokwezîr pêşwazî li Nadiya Murad dike

12/13/2018 1:52:13 PM

Serokwezîr wergirtina xelata Nobel ya aşitiyê li Nadiya Murad pîroz kir û hêviyên serkeftinê jê re xwest û berheviya hikûmetê ji bo piştgirtiya hemû xebat û çalakiyên wê yên mirovî ji bona aşitiyê û xizmetkirina qurbaniyên Êzidî û gihandina dengê wan bi cîhanê nîşan da 


Serokwezîr: Tawanbarên enfalan çûne di zibildana dîrokê de û Kurdistan azad e

9/2/2018 2:36:59 AM

Ez hindek caran dibihîsim ku dibêjin Duhok yan jî Badînan ya hatiye îhmalkirin û piştguh xistin, Duhok û Badînan hertim senger û çeperê asê bûye li hember dijminan û dê hertim ew senger  bimîne ku em pişta xwe pê rast bikin. Ez we piştras dikim ku Duhok û Badînan hertim di dilê me dane. Ez we piştrast dikim ku rojên nexweş û dijwar derbas bûn û rojên geş li hêviya me ne, tu cara helwestên we yên rojên dijwar ji bîra ma naçe


Serokwezîr: Em di nava tuneleke gelek tarî de bûn lê niha ronahiyek diyar e

8/8/2018 1:35:09 AM

Rewşa aborî ber bi başiyê ve diçe, me negotiye rewş hemû başe, lê hêdî-hêdî ber bi başiyê diçe. Niha, weke mînak, ev çend meh in pirsa miaş ne pirsek mezin e, sipasiay miaşgirên Herêma Kurdistanê dikim ku gelek tehemûl kirin. Pirsa miaş ber bi çareseriyê diçe. Pirsa veberanînê, her çiqas hêdî jî be, lê destpê kiriye. Em dîbînin xelk zêdetir bi hêvî li rewşa aboriya Herêma Kurdistanê dinêrin. Me çar salên dijwar derbas kirin, em di nav tunelek gelek tarî de bûn, lê niha ronahiyek diyar e



previous 1 2 3 4 5 6 7 8 9 10  ... next