Kenîseya Rojhilata Aşûrî li Cîhanê sipasiya Nêçîrvan Barzanî dike
5/20/2019 9:20:07 PM
şandeya mêvan sipasiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û saziyên peywendîdarên hikûmetê kir ku piştgiriya kar û çalakiyên wan dikin û hijmareke mezin ya koçberên mesîhî hewandina û bê cudahî hevkarî û alîkairyê jê ra dikin. Wê şandeyê got jî ku biratî, yekrêzî û kultûra hevduqebûlkirinê ku Herêma Kurdistanê bûye pirensîpek serke li hemû cîhanî cîyê şanaziyê ye
Li Hewlêrê Serowkezîr digel Konsulê giştiyê Amerîkayê dicive
5/20/2019 8:56:17 PM
Di civînê da, herwesa, rewşa siyasiya Îraqê bi giştî û ya Herêma Kurdistanê bi taybetî, gavên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin behis kirin û Serokwezîr Barzanî ji şandeya Amerîkayê ra behsa rêkeftina aliyên siyasîyên Herêma Kurdistanê li ser aktîvkirina saziya seroaktiya Herêma Kurdistanê û pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê kir
Serokwezîrê Kurdistanê digel Balyozê Brîtanyayê li Îraqê dicive
5/17/2019 10:51:35 AM
Her du aliyan behsa têkeliyên navbera Brîtanya û Kurdistanê, têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê kir û dane zanîn ku ji ber ew danûstandinên di navebra Bexda û Hewlêr da hene heta niha çend pirsgirêk hatine çareser kirin û di vê çarçoveyê da, Balyozê Brîtanyayê rola Serokwezîr Barzanî bilind nirxand
Serokwezîr û Desteya Xêrxwaziya Îslamiya Navdewletî rewşa koçberan dinirxînin
4/15/2019 12:15:37 AM
Ebdula Meituq behsa civîn û dîdarên xwe yên bi aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê û serdana kampên koçber û penaberan kir û got ku Desteya Xêrxwaziya Îslamiya Navdewletî û dewleta Kuwêt jî hevkarî û alîkariya koçber û penaberan dikin û dê di nawendên navdewletî da pêdawîstîyên Herêma Kurdistanê di vî warî da berçav bikin.
Naveroka pireskonferensa Serokwezîrê Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Almanyayê
12/19/2018 11:11:24 PM
- Em, weke hikûmeta Herêma Kurdistanê, di wê baweriyê dane ku ew kirîza li Suryê heye divê bê çareser kirin, ew kirîz bi tenê bi rêya siyasî çarese dibe. Ji bona nivîsîna destûrê hindek gav hatine avêtin û em hêvîdar in ji bona ew kirîza siyasî û însanî li Suryê heye bi dawî bêt û ev yek destpêkek be. Ji bilî çareseriya siyasî tu çareseriyên din ji bo kirîza Suryê nîne
Serokwezîr digel Wezîra Karûbarên Mirovî ya Polonyayê dicive
12/12/2018 11:39:04 PM
Nêçîrvan Barzanî sipasiya serdana şandeya Polonyayê ji bo Herêma Kurdistanê kir û hêvî xwest ku şandeya mêvan li dema ku li Herêma Kurdistanê dimîne wêneyekî zelal li ser rewşa koçber û penaberan dest bikeve û got ku Herêma Kurdistanê li demên borî, niha û di paşerojê li ser pirensîpê pêkvejiyana olî û neteweyî berdewam dibe
Serokwezîr pêşwazî li şandeyeke pizîşkên xwebexşên Amerîkayî dike
11/18/2018 7:46:14 PM
Şandeya mêvan behsa kar û çalakiyên xwe yên li Herêma Kurdistanê kir û rola xelkê Kurdistanê li şerî dijî DAÎŞê, pêşwazîkirin û hewandina hijmareke zêde ya koçber û penaberan û aramî û kultura pêkvejiyana li Herêma Kurdstanê bilind nirxand
Nêçîrvan Barzanî û Graham Franklin li Hewlêrê dicivin
11/11/2018 10:04:56 PM
Serokwezîr Barzanî tekîd li ser helwesta Herêma Kurdistanê kir ku baweriyeke timam bi pêkvejiyana neteweyî û olî heye û li gor vê baweriyê hijmareke zêde ya koçber û penaberan ji pêkhateyên cuda hewandine, ji destê terorê parastine û xizmetgozarî jê re pêşkeş kirine û hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser vê siyaseta xwe berdewam dibe
Li Den Haag Serokwezîrê Holenda û serokwezîrê Kurdistanê dicivin
7/10/2018 6:50:41 PM
Serokwezîrê Holendayê kêfxweşiya xwe li hember serdana Serokwezîr Barzanî û şandeya pê re bo Holendayê nîşan, rol û mêrxasiya pêşmergeyê Kurdistanê di têkşikandina DAÎŞê de, parastina hemû pêkhateyan bê cudahî, pêşwazîkirin û hewandina hijmareke zêde ya penaber û koçberan û helwesta Herêma Kurdistanê bilind nirxand
Nêçîrvan Barzanî bi şandeyeke balaya komisyona koçber û penaberan re dicive
7/5/2018 11:24:56 PM
Emîn Ewad sipasiya xelk û hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku hijmareke gelek zêde ya koçber û penaberan hewandine û xizmetgozariyên esasî jê re dabîn kirine. Wî behsa pilna Komisyona penaberan ya di warê vegerandina koçber û penaberan bo ser deverên wan û baştirkirina jiyan wan di nava kampan de kir