Hikûmeta Herêma Kurdistanê
TUE, 23 APR 2024 17:15 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Qubad Talebanî digel serokê Tîma lêkolîna tawanên DAÎŞê dicive

SUN, 23 JUN 2019 15:52 | KRG Cabinet

Qubad Talebanî cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 23.06.2019ê  digel Kerîm Xan alîkarê Sekreterê giştiyê Neteweyên Yekgirtî û serokê Tîma Lêkolînan li ser tawanên DAÎŞê (UNITAD) civiya û Talebanî li ser navê hikûmeta Herêma Kurdistanê destxweşî li wê time kir û ji bona hemû hevkarî û alîkariyan berheviya hikûmeta Kurdistanê nîşan da.

Talebanî ji Kerîm Xan alîkarê Sekreterê giştiyê Neteweyên Yekgirtî ra got ku hikûmeta Herêma Kurdistanê bi timamî hevkariya UNITAD û tîmên bi wê bike ji bona ku tawanbarên DAÎŞ bigehin cezayên xwe û rûmet û keramet ji bo ziyangehiştiyên destê terorîstên DAÎŞ ê vegere.

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê daxwaz ji şandeya mêvan kir ku di warê birêvebirina dosyeya jênosîda da alîkariya dadwerên Kurdistanê bikin.

Her du aliyan behsa tesîra şerê terorîstên DAÎŞ li ser deruniya lêqemiyan kir û her du alî hevhizir bûn ku çareserkirina derunî ji bo qurbaniyên şerê DAÎŞê bi qed avadankirina deverên  wan yên ziyan gihayê giring e.

Tîma lêkolînan li ser tawanên DAÎŞ di 12 îlona 2017ê da bi biryara jimare 2379 ya Civata Asayîşa Neteweyên Yekgirtî bi tevaya dengan hatibû qebûl kirin bi aramnca lêkolîn li ser tawanên rêxstian DAÎŞ li Îraqê û bi taybetî ew tawanên mîna tawanên cengê û tawanên dijî mirovatiyê û tawanên komkujiyê bike .