Hikûmeta Herêma Kurdistanê
TUE, 23 APR 2024 14:57 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Kenîseya Rojhilata Aşûrî li Cîhanê sipasiya Nêçîrvan Barzanî dike

MON, 20 MAY 2019 21:20 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di civînekê da digel şandeyeka balaya Kenîseya Rojhilata Aşûrî li cîhanê bi serokatiya Qedase Partiryak Mar Gorgîsê Sêyem, Patiryakê Kenîseya Rojhilata Aşûrî li cîhanê, vekirina kenîseya nû li Diyana ser bi Qeza Soran li şandeya mêvan pîroz kir. Serokwezîr got ku Herêma Kurdistanê şanziyê bi kultûra pêkvejiyana heye dike û dê lêbixebite ku ew kêmasiyên hene jî ji hole rakin.

Di civîûnê da ku êvariya roja yekşemê 19.05.2019ê li bajarê Hewlêrê bi rêve çû û hijmarek ji wezîr û berpirsên hikûmeta Kurdistanê û metranên Kenîseya Rojhilata Aşûrî ku ji welatên cuda hatibûm made bûn, şandeya mêvan sipasiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û saziyên peywendîdarên hikûmetê kir ku piştgiriya kar û çalakiyên wan dikin û hijmareke mezin ya koçberên mesîhî hewandina û bê cudahî hevkarî û alîkairyê jê ra dikin. Wê şandeyê got jî ku biratî, yekrêzî û kultûra hevduqebûlkirinê ku Herêma Kurdistanê bûye pirensîpek serke  li hemû cîhanî cîyê şanaziyê ye.

Nêçîrvan Barzanî bi kurtî behsa rewşa siyasî û emnî ya hermî û Herêma Kurdistanê û metirsiya careke din serhildana DAÎŞê kir û hêvî xwest ku emn û aramî ji bo hemû deverên Îraqê vegere û koçber û penaber bikaribin bo ser mal, war û deverên xwe vegerin û hikûmeta Herêma Kurdistanê jî amadeya di vî warî da hemû hêsankarî û hevkariyan bike.