Hikûmeta Herêma Kurdistanê
FRI, 19 APR 2024 21:49 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Li Hewlêrê Serowkezîr digel Konsulê giştiyê Amerîkayê dicive

MON, 20 MAY 2019 20:56 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di civînekê da digel Steve Fagin Konsulê giştiyê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê ku, roja yekşemê 19.05.2019ê li bajarê Hewlêrê bi rêve çû, kar û çalakiyên Konsulxaneya Amerîkayê, têkeliyên navbera Hewlêr û Waşîmgtonê di hemû waran da, têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û baştirbûna wan têkeliyan û çareserkirina hemû pirsgirêkên anbvera Hewlêr û Bexdayê bi rêya diyalog û danûstandinê û liv û guherînên herêmî gotûbêj kirin.

Di civînê da, herwesa, rewşa siyasiya Îraqê  bi giştî û ya Herêma Kurdistanê bi taybetî, gavên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin behis kirin û Serokwezîr Barzanî ji şandeya Amerîkayê ra behsa rêkeftina aliyên siyasîyên Herêma Kurdistanê li ser aktîvkirina saziya seroaktiya Herêma Kurdistanê û pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

Pêşhatên deverê û herêmî, rewşa niha ya Mûsilê û derdûra wê, rewşa deverên madeya 140ê, gavên qonaxa piştî DAÎŞê ji bona binjbirkirina hizra şidetê û rêgirtin li pêşia careka din DAÎŞ li deverê serîhilda ku ev jî bi hevahengiya navbera Bexda, Hewlêr û Hevpeymanan têkirin û vegerandina koçber û penaberan bo ser mal û warên jê ahtine, mijarên din yên civînê bûn.