Hikûmeta Herêma Kurdistanê
FRI, 19 APR 2024 19:42 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Serokwezîr pêşwazîyê li Konsulê nû yê Misrê li Hewlêrê dike

TUE, 30 APR 2019 21:07 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pîrozbahî  li Ehmed Haris kir bi minasibeta destbikarbûna wî weke Konsulê Komara Misra Erebî li Herêma Kurdistanê  û  hêviya serkeftinê jê ra xwest. Serokwezîr tekîd li ser zêdetir pêşxistina têkeliyên navbera Kurdistan û Misrê, bi tyabetî têkeliyên di warê bazirganî, aborî û tûrizmê da kir û got ku Herêma Kurdstanê amadeye hêsankariyan bike.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, roja sêşemê 30.04.2019ê pêşwazî li Ehmed Hariz konsulê nê yê Misrê li Herêma Kurdistanê, kir û jê ra behsa qonaxên şerê dijî DAÎŞê  û qonaxa piştî nemana wê, pêşveçûna têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê, baştirbûna rewşa aborî û xebatên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

Konsulê nû yê Misrê kêfxweşiya xwe bi yekem hevdîtina bi serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ra nîşan da û got ku ew dilxweş e weke konsulê Komara Misra Erebî li Hewlêtê dest bikar dike. Hariz diyar ku welatê wî, Misir dixwaze têkeliyên xwe digel Herêma Kurdistanê, bi taybetî di warê bazirganî, aborî, tûrîzm û zanistiyê da, zêdetir pêş bixe.