Hikûmeta Herêma Kurdistanê
FRI, 19 APR 2024 15:31 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li seroka şaredariya Parîsê dike

SAT, 13 APR 2019 19:02 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja şemiyê 13.04.2019ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Anne Hidalgo seroka şaredariya bajarê Parîsê paytexta Fransayê û şandeya pê re kir.

Anne Hildago kêfxweşiya xwe bi serdana Herêma Kurdistanê nîşan da û behsa bernameya serdanan xwe kir û got ku ew dixwazin digel parêzgeha Hewlêrê û bajarên din yên Herêma Kurdistanê têkeliyên baş hebin û di warê wizeya paqij, kultûr, guhastin û gehandin û pêşxistina têkeliyan di hemû waran da hevkariya Herêma Kurdistanê bikin. 

Şandeya şaredariya Parîsê sipasiya xelik û hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ji bo pêşwazîkirin û hewndina hijmareke gelek zêde ya koçber û penaberan û bergiriya pêşmergeyê Kurdistanê ji emniyeta hemû cîhanê û buhayên cîhanî yên hevebş weke; pêkvejiyan, lêbihurînî, aşitî, biratî û hêviya zêdetir pêşkeftina herêma Kurdistanê kir.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya Fransa û civaka navdewletî kir ku di şerê dijî DAÎŞê da hevkarîya Herêma Kurdistanê kir ku bêy wê hevkariyê serkeftin bi destvenedihat.  Serokwezîr got ku divê qonaxê da jinavbirina fikira DAÎŞê pêwîstiyeke.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya serok Macron serokê Fransayê kir ku piştî bûyer û pirsgirêkên oktobera sala 2017ê di warê siyasî da piştevaniya Herêma Kurdistanê kir û deriyên siyasî li pêşiya herêma Kurdistanê vekirin û ev yek jî bo sedema çareserkirina beşek ji pirsgirêkên navbera Hwerêma Kurdistanê û hikûmeta Federala Îraqê  û deriyên diyalogê vebûn.

Serokwezîr ji şandeya mêvan re got ku Herêma Kurdistanê şanaziyê bi kultûra pêkvejiyan, aşitî û lêbihurîn û hevduqebûlkirinê dike û xelik û hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hemû awayan dê vê kultûrê biparêzin û divê çaeçoveyê da beha vekirina dêra ermeniyan li Hewlêrê kir.

Serokwezîr Barzanî got ku piştî serkeftina bi ser terorê da û başbûna têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û baştirbûna rewşa jiyan û aboriya Herêma Kurdistanê, niha dema wê yekê hatiye ku li ser pirsên weke; wizeya paqij,  parastina jîngehê,  zêdetir berfirehkirina kultûra pêkvejiyanê kar bikin û sipasiya Fransayê kir ku di van waran da hevkariya Herêma Kurdistanê dike, herwesa sipasiya fransayê kir ku giringiyê bi dibistan û koçber û penaberan dide.