Hikûmeta Herêma Kurdistanê
FRI, 19 APR 2024 08:23 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Hikûmeta Kurdistanê êrîşa Nû Zelendayê şermezar dike

FRI, 15 MAR 2019 22:48 | KRG Cabinet

Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmeta Herêma Kurdistanê, di daxuyaniyekê de, êrîşa terorîstiya Nû Zelendayê bi dijwarî şermezar dike û dibêje:

Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiryara terorîstiya hovane ku îro (15.03.2019) li Nû Zelendayê êrîş kir ser du mizgeftan û di encam da bi dehan nivêjkeran jiyana xwe ji dest da û bi dhên din jî birîndar bûn, gelek bi dijwarî şermezar dike.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji malbat û kesûkarên qurbaniyan , gel û hikûmeta Nû Zelendayê re sersaxiyê dixwaze û di vê kêkîka dijwarda  bi wan re hevsoz û hevxem e. Em hêvîdar in encamderên wê kiryarê bi cezayê xwe yê dadperwerane bigehin û karesatên bi wî awayî li deverên din neqewimin.