Hikûmeta Herêma Kurdistanê
TUE, 16 APR 2024 23:25 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Li Talînê Cêgirê Serowkezîrê Kurdistanê digel Serokwezîrê Estoniyayê dicive

WED, 13 MAR 2019 02:05 | KRG Cabinet

Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, di duyem roja serdana xwe ya bo Talînê, roja 12.03.2019ê digel Yurî Ratas Serokwezîrê Estoniyayê civiya.

Di civînê da, Serowezîrê Estoniyayê kêfxweşiya xwe bi serdana Talebanî bo Talênê nîşan da û got ku welatî wî amadeya di warê avakirina hikûmeta elektironî da alîkariya hikûmeta Kurdistanê bike û wê tecrûbeya serkeftiya Estoniyayê ya di waê hikûmeta elektironî da ji bo Herêma Kurdistanê veguhêze.  Serokwezîrê Estoniyayê bi fermî hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo beşdariyê di konferenseke navdewletî ya li ser pirsa hikûmeta Elektironî ku biryare di meha gulanê da li Estoniya bê sas kirin, vexwand.

Di civînê da Hîwa Efindî serokê Fermangeha teknolojiya û zaniyarî û Sefîn Xefur şîretmendê taybetiyê Qubad Talebanî amade bûn.

Her di berdewamiya serdanan xwe ya bo Talînê da, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serdana Melbenda qeydkirina zaniyariyan kir û ji aliyê berpirsên melbendê ve hatin pêşwazî kirin. Berpirsê melbendê ji şandeya hikûmeta Herêma Kurdistanê re behsa giringiya kar û xebatên Melbenda qeydkirina zaniyariyan ya Estoniyayê kir  ku hemû data û zaniyariyên hikûmeta Estoniyayê li wê melbendê hatine parastin û bi awayekî elektironî ew zaniyarî hatine qeyd kirin.