Hikûmeta Herêma Kurdistanê
THU, 25 APR 2024 07:39 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Talebanî beşdarî festîvala teknolojiya zaniyarî kir

SAT, 15 DEC 2018 00:24 | KRG Cabinet

Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 15.12.2018ê li bajarê Silêmaniyê, beşdarî di festîvala navdewletî ya teknolojiya zaniyarî kir û di peyvekê de got ku teknolojiya zaniyarî pêşeroja Herêma Kurdistanê ye û bi rêya wê dikare zêdetir derfetên kar ji bo ciwanan, peyda bibin û di vê qonaxê de bazarê Herêma Kurdistanê nikare weke pêwîst karî ji hemû derçûyên zanîngeh û peymangehan  re peyda bike. Lê di pêşerojeke nêzîk de bi rêya teknolojiya zaniyarî dê hikûmet û sektora taybet zêdetir pêwîstî bi destê karî hebe.

Talebanî got ku sîstema Biometri pêngaveke  ji bona avakirina unfrastruktureke saxlem di paşerojê de, ji bilî miaşgiran, hemû welatî dikarin mifa jê bibînin û xizmetgozariyên mîna bîmeya saxlemiyê bi rêya bankayan dabîn bike. Vê yekê pêwîstî bi kadiroyên zêdetir e. Eger pirosesa Bacê bê dejîtal kirin, hîngê divê sektora taybet xwe ji sîstema bikaranîna kaxezan dûr bixe û mifa ji sîstema dejîtal werbigire. Bi vê yekê dê hikûmet û sektora taybet pêwîstî bi leşkerek kadiroyên warê teknolojiya zaniyarî hebe.

Cîgirê serokwezîr diyar kir ku gelek ji yasa û qanûnên hikûmeta Îraqê û Herêma Kurdistanê jî gelek kevin in û pêwîstiya wan bi seraskirinê heye daku modern bibin û digel vê qonaxê miasib bin.

Talebanî behsa hikûmeta nû kir û got: Niha em di qonxa pêkanîna hikûmeta nû de ne. Em hêvîdar in hikûmeta nû têkeliyên baş digel hikûmeta Îraqê hebin. Ez geşbîn im ku em dikarin ji kirîzan dûr kevin. Hikûmeta nû divê zêdetir giringiyê bi teknolojiya zaniyarî ji bona vejandina bazar û jêrxaniya teknolojiya bide.