Hikûmeta Herêma Kurdistanê
THU, 25 APR 2024 01:44 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Helwesta hikûmeta Kurdistanê li ser ravekirina madeya yekem a destûra Îraqê

TUE, 14 NOV 2017 23:20 | KRG Cabinet

Emîndarê giştiyê Civata Wezîrên Îraqa Federal  li roja 05.11.2017ê daxwaz ji Dadgeha Balaya Federal kir madeya yekem ji destûra Îraq rave bikin û wê dadgehê jî li roja 06.11.2017ê  biryara 122  derxist û dîtinên xwe li ser wê madeya destûrî diyar kir, teksta madeya yekem ji destûra Îraqê bi vî awayî ye: “Komara Îraqê dewleteke federalî serbixwe ye, xwedî serweriyeke timam e ku sîstema hukimdariyê tê de komarî, parlamentoyî û demokrasî ye, ev destûr garantera yekêtiya Îraqê ye”

Herêma Kurdistanê hertim tekîd li ser wê yekê kiriye ku nakokiyên navbera desthilatên federalî û herêman bi pabendbûn û bi rêyên destûrî û qanûnî bên çareser kirin, li ber ronahiya helwesta me ya zelal bi pêşwazîkirin li her destpêşxeriyekê di vî warî de, li pêşiya hemûyan jî destpêşxeriya Ayetulayê mezin Seyd Elî Sîstanî û hindek kesatiyên îraqî û welaêtn dostên gelên Îraqê ku, ji bo çarserkirina pirsgirêkan vegerin ji bo destûrê.

Em hûrmetê ji wê ravekirina Dadgeha Balaya Federalî ji bo madeya yekem a destûra Îrasqê kirî, digirin, di heman demê jî de, em careke din tekîd dikin ku bi baweriya me pêwîste ev bibe esasek ji bo destpêkirina diyaloga niştimanî a giştgîr ji bo çareserkirina nakokiyan bi rêya bicîkirina timama hemû madeyên destûra Îraqê  bi awayekî ku bibe sedema garantîkirina parastina maf û desthilat û teybentmendiyên bên di destûrê de ji ber ku ev yek rêya êkaneye ya garantîkirina yekêtiya Îraqê weke di madeya yekem a destûrê de hatiye.

 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê
14.11.2017