Hikûmeta Herêma Kurdistanê
FRI, 19 APR 2024 11:30 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrîşên Sentbol û Îraqê şermezar dike

SUN, 1 JAN 2017 22:48 | KRG Cabinet

Civata Wezîran ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de êrîşa terorîstiya bajarê Stenbolê bi dijawarî şermezar dike û dibêje ku ev kiryarên terorîstî nîşana wê yekê ne ku li Mûsil û deverên din teroîstên DAÎŞ rastî şikestinên mezin hatine.

Ev li jêr teksta daxuyaniya hikûmetê:

Em, erîşa terorîstî ku şeva borî li Stenbolê kir ser yek ji şahiyên sersala nû û di encamê de hijmareke hevwelatiyên tirk û tûrîstên biyanî jiyana xwe ji dest da û hijmarek jî birîndar bûn ku di nav wan de tûrîstên Herêma Kurdistanê jî hebûn, bi dijwarî şermezar dikin.  Herwesa, em, ew êrîşên terorîstiyên  çend deverên Bexda û Necefê kirine armanc û tê de hijmareke hevwelatiyan û hêzên ewlehiyê jiyana xwe ji dest û birîndar bûn, şermezar dikin.

Tevî sersaxî, hevsozî û hevxemiya me ji bo malbatên qurbaniyan, hêviya zûçakbûnê ji birîndaran re jî dixwazîn. Ev kiryarên terorîstî wê yekê nîşan didin ku, li Mûsil û deverên din li Îraq û Suriyeyê terorîst rastî şikestinên berdean dibin û li bereyên cengê de ber  bi jinvaçûnê ve diçin, ji ber vê yekê ew, terorîst,  berê kiryarên xwe didin nav xelkê sivîl û cîyên giştî, lê bidilrehetî, ev kiryarên terorîstan moral û îradeya bereyê dijî terorê, ji bona rûbirûbûn û jinavbirina terorê, bihêztir dike û dibe sedema lêdana gorzên bihêztir li terorîstan li hemû cî û deveran hebin.

Careke din sersaxiyê li malbatên qurbaniyan dikin û Xwedayê mezin sebirê bi wan bide.

01.01.2017