Hikûmeta Herêma Kurdistanê
WED, 24 APR 2024 20:09 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaza alîkariya navdewletî dike jibo jinav birina mayin û bombên çandî

TUE, 9 AUG 2016 19:19 | KRG Cabinet

Li civîneka navbera Fermangeha Têkiliyên Derveyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Desteye Parastina Jîngeh û Dezgeha Giştiyê Mayinan tevî konsul û nûnerên welatan li Hewlêrê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi awayekê fermî daxwaz ji civaka navdewletî kir alîkariya hikûmetê bike jibo jinav birina bermahiyên mayin û bombên serdemên rejîma berê û her wiha emayin û bombên ku li şerê dijî DAIŞê bi cih mane.

Li kombûna ku bi amadebûna Sefîn Dizeyî Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê rêveçû, Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Têkiliyên Derveyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peyvekê de, daxwaz ji nûnerên welatên biyanî kir alîkariya Herêma kirdistanê bikin jibo paqij kirina mayin û teqemeniyan û her wiha kar jibo çareserkirina pêşmergeyên birîndar bikin.

Ebulrehman Ebdulrehîm Wezîrê Herêmê jibo Jîngehê di peyvekê de ragihand pirsa jîngek pirseka cîhanî ye û taybet niye bi cihekê diyarkirî, lewma divê welatên xwedî ezmûn rol hebin jibo parastin û baştir kirina jîngeha Kurdistanê. Her wiha got li serdemên rejîmên berê yên Îraqê gelek serderiyên xirap derheq  jîngeha Herêma Kurdistanê hatiye kirin û li vê dawiyê jî DAIŞê tawanên wan dubare kir.

Ji aliyê din Mihemed Ehmed Berpirsê Dezgeha karubarê Mayinan xuya kir her ji Şengalê heya Celewla, axa Kurdistanê ji aliyê DAIŞê hatiye bomekiriî, lê budceya pêwîst li ber dest niye jibo jinav birina mayinan, lewma divê civaka navdewletî rola xwe ji bo vê pirsê bilîze. Her wiha got ji ber hebûma mayinan, gelek koçber nikarin jibo deverên xwe vegerin, ku heya niha çar karmendên Dezgeha Mayinan li dema pûç kirina mayinan canê xwe ji destdane.