Hikûmeta Herêma Kurdistanê
SAT, 20 APR 2024 06:36 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Bi serperiştiya Talebanî civînek taybet liser pirojeyê Cadeya 100 Metrî li Silêmaniyê

TUE, 14 MAY 2019 13:08 | KRG Cabinet

Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 14.05.2019ê li bajarê Silêmaniyê serperiştiya civînek taybet li ser cîbicîkirina pirojeyê Cadeya 100 Metrî li bajarê Silêmaniyê, kir û tê da behsa çewaniya destpêkirina wê pirojeyê hat gotûbêj kirin û 10 roj ji bo pêşkeşkirina raporên taybet bi pirojeyê hatin diyar kirin.

Di civînê de ku, wezîrê avadankirin û akincîkirinê, wezîra şarewanî û tûrîzmê, waliyê Silêmaniyê û çend perpirên din yên îdarî û endamên komîteya bicîkirina piroyê  Cadeya 100 Metrî amade bûn, biryar hat dan ku komîteya bicîkirina pirojeyê navborî di nava 10 rojan da şîret û pêşniyarên xwe yên li dor çewaniya destpêkirin û bicîkirina pirojeyê pêşkeşî wezareta şarewanî û serokatiya civata wezîran bike daku bi zûtrîn dem biryar li ser destpêkirina pirojeyê bê dan.