Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 02.05.2019ê serperiştiya civînekê kir ku, Derbaz Kosret Resûl wezîrê avadankirin û nîştecîkirinê, Newroz Melûd wezîra şaredarî û tûrîzmê û Rêbaz Hemlan wezîrê darayî û aborî di wê civînê bûn, û rewş û pirsgirêkên rê ûpiran tê da hatin gotûbêj amade bûn.
Talebanî got ku di çend rojên borî de dest bi çakirina wan rê û pirên ji encama lehiyê hatibûn wêran kirin, hatiye kirin, lê karê pêşneyê hikûmeta Herêma Kurdistanê çakirina hemû rê û piran e di demek kurt da û biryar hat dan ku budceyeka taybet û pêwîst bê dabîn kirin û daxwaz ji wezareta navzwe hat kirin ku hijmara polîsên tirafîkê li ser rê û cadeyan zêdetir bike bi taybetî li wan cadeyên kar li ser tê kirin. Herwesa kamêra û amûrên pişkinîna alkeholê bên zêdekirin daku bûyerên tirafîkê kêm bibin.
Du vê civînê da biryar hat dan ku di nava heftiyekê da civînek berfireh bi amadebûna wezîrê navxwe û waliyên her çar wîlayetên Herêma Kurdistanê bêkirin û budceyeka taybet ji bo çakirina rê û pira bê berdest kirin.