Hikûmeta Herêma Kurdistanê
WED, 21 AUG 2019 15:20 Erbil, GMT +3




Important notice: This is KRG's old cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit GOV.KRD please

Nêçîrvan Barzanî û şandeyeka Amerîkayê rewşa siyasî û leşkeriya deverê dinirxînin

WED, 24 APR 2019 18:26 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî roja sêşem 2019/4/23 pêşwaziya William Robak Cîgirê  Nûnerê taybetiyê Serokê Wilayetên Yekgirtî yên Amerîkayê li hevpeymaniya şerî dijî DAIşê û şandeka pê re kir.

Di civînekê de, bi berhev bûna  Steven Fagin  Konsulê Giştiyê Amerîkayê li Hewlêrê, behsa têkilî yên du alî, qurbanîdana Herêma Kurdistanê û Pêşmerge li şerê dijî DAIŞê, berdewam bûna fêrkirina Hêzên Pêşmerge ji aliyê hevpeymanan, bi taybetî Amerîka, têkilî yên navbera Hewlêr-Bexdayê û bi hêz kirina hemahengiya asayişî ji bo berhingar bûna metirsî yên serhildana terorê û tundiyê hate kirin.

Her di vê civînê de, her du aliyan bal kişandine ser rewşa deverê, çareser kirina pirsgirêkln navbera Hewlêr û Bexdayê bi riya diyalogê, hewlên pêk anîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêmê, pirosesa siyasî li Îraqê, rewşa niha ya sûryê, têkilî yên Herêma Kurdistanê tevî welatên deverê û pêş xistina têkillî yên navbera Kurdistanê û Amerîkayê li hemû waran.