Hikûmeta Herêma Kurdistanê
FRI, 19 APR 2024 22:09 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Nêçîrvan Barzanî bi telefonê peywendiyê bi waliyê Mûsilê dike

THU, 21 MAR 2019 22:56 | KRG Cabinet

Vê êvarê, roja pêncşemê 21.03.2019ê, Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi telefonê peywendî bi Newfel Hemadî waliyê Mûsilê kir û  sersaxî û hevxemiya xwe û  gelê Kurdistanê bi wî gihand û bi rêya wî bi malbatên qurbaniyan gihandin ku êvariya îro li Mûsilê ji ber binavbûna gemiyeka geştiyarî di Çemê Dicleyê da bi dehan kesan jiyana xwe ji dest da.

Di wê peywendiya telefonî da, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, ji bo alîkarîkirina lêqewmiyan û çareserkirina birîndaran û her mihtaciyeka din, berheviya hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan da û got ku  waliyê Duhok û waliyê Hewlêrê hatîne raspartin ku alîkariya xelkê Mûsilê bikin.

Waliyê Mûsilê sipasiya hevxemî û lêpirsîna Nêçîrvan Barzanî û hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku wî bi xwe û bi rêya wî wezîrê navxwe yê hikûmeta Herêma Kurdistanê û her du waliyên Hewlêr û Duhokê  berheviya Herêma Kurdistanê ya ji bo hevkarîkirina lêqewmiyên bûyerê nîşan daye û got ku her ev yek ji Serokwezîr û Herêma Kurdistanê dihat çaverêkirin.