Hikûmeta Herêma Kurdistanê
FRI, 19 APR 2024 18:06 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandeyeka balaya Amerîkayê dike

TUE, 19 MAR 2019 21:57 | KRG Cabinet

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 19.03.2019ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaz li şandeyeke balaya Kongiresa Amerîkayê bi serokatiya komgireman Jon Garmandi kir.

Şandeya mêvan rola pêşmerge, hikûmet û xelkê Herêma Kurdistanê di şerê dijî DAÎŞê da, pêşwazî, hewandin û parastina hijmareke gelek zêde ya koçber û penaberan bilind nirxand û hevkarî û hevbeşiya hemû aliyan bi hokarê serkeftina bi ser terorê da zanî û li hember pêşveçûna têkeliyên Hewlêr û Bexdayê kêfxweşiya xwe nîşan da.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya hevkariyên berdewamên Amerîkayê ji bo Herêma Kurdistan û Îraqê bi taybetî di rewşên dijwar da, di warê leşkerî û însanî da, kir. Serokwezîr got ku têkeliyên Hewlêr û Bexdayê pêşde çûne û piştevaniya xwe ji bo kabîneya Serokwezî Adil Abdulmehdî û çareserkirina hemû prsgirêkan bi rêya diyalogê diyar kir.

Her du aliyan tekîd li ser rola hêzên Amerîkayê û hêzên Hevpeymana navdewletî li Îraqê kir û bi pêwîstî zanî di vê demê de ji bona vegeranidna aramiyê û rûbirûbûna metirsiya careke din serhildanan terorê ew hêz bimînin. Giringiya hevbeşiya navbera Îraq û Amerîkayê da, qonaxa piştî şerê DAÎŞÊ. Vegeryana koçber û penaberan bo ser mal û warênx wan, avakirina deverên ji ber şer hatine wêran kirin û piştevaniya civaka navdewletî di vî warî da di civînê da hatin gotûbêj kirin.

Rola jinan di rêvebirina welat da bi pêwîstî hat zanîn û di vî warî da, Nêçîrvan Barzanî ji şandeya mêvan re behsa gav û pirograma hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê parastin û pêşvebirina rewşa jinan û beşdariya wan ya aktîv di saziyên hikûmdariyê da kir.