Encumena Wezîrên Herêma Kurdistanê di peyamekê de, 8 Adarê, Roja Cîhaniya Jinan Pîroz dike:
8 Adarê rojeka geş di bîranîna mirovahiyê de ye, bîr anîna vê rojê, rêz girtin e ji xeba pitir ji 150 salên jinan û wekhevxwazan ji bo wekhevî û dadperwerî ya civakî. Em di vê roja hêja de, bi germî pîrozbahiyê ji hemû jinên Kurdistanê û cîhanê dikin.
Cihê şanaziyê ye ku jinên Kurdistanê herdem beşadariyeka ektîv di warên cuda yên xebat û têkoşînê de hebûne û herdem qurbaniyên sereke yên tundiyê bûne û di serî de jî, qurbaniyên tundiyên şer û wan karesatan bûne ku bi serê gelê me de hatine, her ji Enfal û kîmyabaranê bigre heta karesata êrîşa nemirovane ya terorîstên DAIŞê di derheqê jinên me yên Êzidî li Şingalê, lê belê çi bûyereka karestbar nekariye mezinahiya jinên Kurdistanê û morala wan ji bo jiyan, xebat û serbilindiyê, kêm bike
Hikûmeta Herêma Kurdistanê hertim bi meraq, wek prensîpeka negor a mafên mirovan û demokrasiyê, li dosyeya wekhevî û mafên jinan nihêriye û bi hebûna deste û saziyên hikûmî yên taybet bi jinan û yên berevaniyê ji mafên wan dikin, rewşeke guncaw ji bo kar û têkoşîna rêxistinên nehikûmî yên taybet bi warê jinan û mafên wan, hatiye amadekirin.
Jin di sektora perwerde û pêgihandina nivşên îro û pêşerojê yên gelê me xwedî roleke sereke ne û sal bi sal jî rola wan di vê sektora giring de pitir dibe. Zêdebûna hijmara jinên parlamenter û xwedî postên bilind û giring di saziyên fermî yên Herêma Kurdistanê de, amajeyeke giring a bihêzbûna bingehên wekheviyê ne, berhevbûna jinên Kurdistanê di warê sermaye razandinê û sektora taybet de, pêngaveka din a giring e ji bo beşdariya wan di civakê de û divê bi awayekê cidi piştîvanî ji hewlên wan di vî warî de bê kirin û berfirehtir bibe.
Erkê hemû kes û girûp û partî yên Kurdistanî ye, bi taybetî destbijêran ku ji bo jiyaneka pir biha, bedew û morov dost û civakeka lêbihor a wekhevxwaz û pêşerojeka geş, piştvaniyê ji yeksanî û bi dest xistana bingehên wê bikin
Bîranîna roja 8 Adarê, Roja Cîjaniya Jinan pîroz be
Silav ji bo cane jinên egîdên gelê me ku ji bo mafên rewa yên gel û niştîman canê xwe gorî kirin
Silav ji cane pîrozê hemû şehîdên rêya rizgarî û serbilindiyê
Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê
8 Adara 2019