Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja yekşemê 03.02.2019ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Komsilê giştiyê Ynanistanê yê Herêma Kurdistanê û şandeya pê re kir.
Konsulê Yunanistanê li hember dîdara bi serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û bi destbikarbûna wî weke yekem konsulê giştiyê yê Yunanistanê li Herêma Kurdistanê, kêfxweşiya xwe nîşan da û behsa têkeliyên navbera Kurdistan û welatê xwe kir û got ku ew dê bi her awayî lêbixebite ku wan têkeliyan ber bi pêş bibe.
Şandeya mêva ew pêkvejiyan û kultûra lêbihurînê li Kurdistanê heye û pêşwazîkirina hijmareke zêde ya koçber û penaberan ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bilind nirxand.
Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li destbikarbûna Konsulê nû yê Yunanistanê li Herêma Kurdistanê kir, jê re serkeftin xwest û piştevaniya hikûmeta Herêma Kurdistanê û saziyên peywendîdar ji kar û çalakiyên wî re nîşan da.
Serokwezîr ji şandeya mêvan re behsa rewşa Herêma Kurdistanê, qonaxa piştî DAÎŞ ê, pirosesa avadankirina deverên jibe rşerî hatine wêrankirin, pêkvejiyana pêkhateyên cuda li Herêma Kurdisdtanê û têkeliyên navbera Hewlêr û Brxdayê kir û got ku Herêma Kurdistanê piştevaniyê li pirograma hikûmeta Îraqê a bi serkatiya Adil Abdlmehîd dike.
Barzanî tekîd kir ku li gor yasaya berhemanînê derfetên baş ji bo sermayerazandinê li Herêma Kurdistanê hene û kompanî û şirketên yunanistanî jî dikairn mifa ji wan derfetên hene werbigirin û li Herêma Kurdistanê di warên cud ada sermayerazandinê bikin.