Hikûmeta Herêma Kurdistanê
THU, 25 APR 2024 01:41 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Serokwezîr digel şandeyeke Banka Navdewletî dicive

THU, 31 JAN 2019 01:06 | KRG Cabinet

Şandeyeke Bankaya Navdewletî û IFC bi serokatiya Merze Hesen rêvebirê cîbicîkar û ragirê Encumena Komeleya Banka Navdewletî,  roja 30.01.2019ê li bajarê Hewlêrê, ji aliyê Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ve hatin pêşwazî kirin.

Di civînekê da ku Qubad Talebanî Cîgirê Serowkezîr amade bû, şandeya mêvan kêfxweşiya xwe bi serdana Herêma Kurdistanê nîşan da û destxweşî li hikûmeta Kurdistanê kir ku bi awayekî serkeftî tedbîrên lazim li hember kirzên salên borî wergirtin ku niha nîşan hene ku rewş ber bi başiyê ve diçe û berheviya xwe ji bo alîkarîkirina Herêma Kurdistanê di warên reformên îdarî û geşepêdana warê rêvebirin û aborî û fînansekirina pirojeyên infrastruktura aborî nîşan da.

Herwesa IFC behsa piştevanîkirina Herêma Kurdistanê û pirojeyên stratejîk kir ku beşek ji wan pirojeyan ji aliyê wan ve tên fînansekirin û bi rêya sektora taybet tên encam dan û berheviya xwe jî nîşan da ku pirojeyên din jî yên sektora taybet di paşerojê de finance bikin daku infrastruktura aborya Herêma Kurdistanê vejîtin. Wê şandeyê tekîd li ser wê yekê kir ku sektora taybet ji bona pêşdebirina aboryê gelek giringe.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya wê serdanê kir û got ku hikûmeta Herêma Kurdistanê di siyaseta xwe ya aborî da bi pêwîst dizane ku sektora taybet roleke ber bi çav hebe jiber ku her ew sector dikare bibe daynemoya aboryeke bihêz û di vê çarçoveyê de hikûmt hemû hêsankariyan ji sektora taybet re dike û dê hikûmet li ser reforman berdewam be daku îdareya hikûmetê baştir bike, jiyana welatiyan baştir bike sermayedarên biyanî berê xwe bidin Herêma Kurdistanê.

Rewşa aborî, pêşhatên dawiyê, diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê û yasaya budceyê çend mjarên din yên civînê bûn.