Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, bi minasibeta wefata Mîr Tehsîn Beg Mirê Êzidiyan, di peyamekê da ji malbata mîr, Civata Rohaniya Êzidiyan, tevaya Êzidiyan û ji gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwaze.
Teksta peyama sersaxiyê:
Bi helkefta wexera dawiyê ya xwedêjêrazî Mîr Tehsîn Beg, Mirê Êzidiyan, behîdarî û sersaxiyê li malbat û kesûkarên wî, Civata Rohanî û hemû xwûşk û birayên me yên Êzidî û gelê Kurdistanê bi giştî dikim. Em hevpar û hevxemên malbata wî û tevaya Êzidiyan in.
Mîr Tehsîn Beg ku zêdetir ji 70 salên derbasbûyî mîratiya Êzidiyan li Kurdistanê û Cîhanê kir, tevî ku di nava Êzidiyan da xwedî pêgeh û roleka civakî û olî yê diyar bû, herwesa di tevgera kurdatiyê jî da, bi taybetî di şoreşa Îlonê da xwedî rol û beşdariyek ber bi çav bû. piştî şoreşê jî ji ber helwestên xwe koçberî derveyî welat bû.
Mîr Tehsîn Beg berdewam digel civaka Kurdistanê, Îraqê û ya derveyî welat jî di nava peywendiyan da bû û qedir û pêgeha wî ya civakî, ne bi tenê di nava Êzidiyan da, lê di nava civaka Kurdistanê û Îraqê jî diyar û ber bi çav bûye û xwedî toreke berfireh ya têkeliyan bû. Xwedêjêrazî bi berdewamî lêdixebitî ku canê pêkvejiyanê û hevqebûl kirinê di nava pêkhatî yên Kurdistanê û Îraqê da xurtir û kûrtir bike,
Bîrhatina wî bi xêr be û Xwedayê mezin bi dilovaniya xwe şad bike.
Nêçîrvan Barzanî
Serowkezîrê Herêma Kurdistanê
28.01.2019
Hewlêr