Hikûmeta Herêma Kurdistanê
THU, 18 APR 2024 18:05 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Nêçîrvan Barzanî: bi siyaseta bileza ya despêve girtinê hewla çareser kirina demî ya kirîza darayi dihê dan

WED, 27 JAN 2016 17:35 | KRG Cabinet

 

Roja Şarşemî 27-1-2016 rêûresma ragihandina pilana reforma Wezareta darayi û aborî bi amade bûna Nêçîrvan Barzanî Serokwezîr û Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîr  û hijmarek wezîr û parlemantar û berpirsên idarî û siyasiyên Herêma Kurdistanê û pisporên navxweyi û biyanî yên şarezayê warê aborî û darayi û dîplomat û nûnerên welatan li Hola Şehîd Se'd Ebdula li Hewlêrê rêveçû.
Serokwezîr Barzanî peyvek pêşkêş kir û zêdebarê bi xêrhatin kirina mêvan û pişkdarên rêûresmê, behsê dilgiraniyên welatiyan ji qeyrana darayi kir û ragihand erkê Hikûmeta Herêmê bo salên pêşerojê ev e ku xelkê Kurdistanê piştrast bike ku sîstemê aborî bo berjwendiya welatiyan dibe û stiratijî, kêmasiyên civakî çareser dike û parastin û piştrastiyê dabîn dike  û genc dikarin derfeta rastîn bi dest bînin û seqamgîriya darayi xurtir bikin û jêderên siruştî bo neviyên pêşerojê biparêzin.
Serokwezîr her wiha behsê sedemên rûdana qeyrana darayi kir û amaje bi vê yekê da ku sala bihurî ji bo aboriya Kurdistanê cihê pêşbînî û saleka dijwar bû ku xwe berhevkirineka bilez pêwîst bû, lê ji ber gelek sedemên cuda, bi awayekê hêdî rêveçû û sedemên wê jî daketina nirxê petrolê ji 110 bo 30 Dolaran , qûtkirina pişka Herêma Kurdistanê li budceya Îraqê li despêka sala 2014, şerê  ferzkiriyê terorîstên DAIŞê bi ser Herêma Kurdistanê û hembêz kirina nêzîkê miliyonek û heştsed hezar koçber û penaber bû ke bandoreka xirap bo ser rewşa darayi û geşeya aborî, rewşa dirav û rewşa civakiya Herêma Kurdistanê hebû.
Derbarê pirogirama ku wezareta darayi û aborî cîbicî dike, pêdagirî li ser vê yekê kir ku divê ev pirogirame bandoreka rastîn û rasterast bo ser welatiyên Kurdistanê hebe.
Nêçîrvan Barzanî got: ji destpêka sala borî piştîvaniya wezaret û rêzdar Rêbaz Hemlan Wezîrê Darayi û aboriyê kiriye ji bo piraktîze kirina hijmarek pilan û pirogiram ji bo xûrt kirina saziyeka berpirs ji bo rêvebirina darayi û aboriya Herêma Kurdistanê ku niha jî em nexşe rêyekê ji bo pêş xistina wezareta darayi û aborî bo ser astê cîhanî radigihînin ku bikare erkê xwe ji bo seqamgîriya aborî û geşekirina berdewam li Herêma Kurdistanê bi cih bîne.


Têksta peyva Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

Beşdarên birêz:
Roj baş û hemû aliye gelek bi xêr hatin, bi xêrhatina nûnerên welatên biyanî li Hewlêrê dikim ku beşdar bûne. bi xêrhatina parlemantaran, wezîran, aliyên siyasî û bizinsmanên Kurdistanê û tevaya kesên ku beşdar bûne dikim û spêdeya we baş û hûn bi xêr hatin.
Bi xêr hatin ji bo rê û resma ragihandina pilana reform li Wezareta Darayi û Aboriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Li demê çend mehên bihurî, hijmarek pirs û babetên cuda li Kurdistanê bûne cihê gengeşe û danûstanê. Cihê hêbetê niye ku welatî dilgiran bin û niha dilgiraniyên wan ji hemû demekê zêdetir bûye.
Sedemê dilgiraniya wan jî qeyrana darayi ye ku ketine bin barekê giran û rojane ji bo baştir kirina  jiyana xwe û zarokên westiyane û dixwaz in xwendineka baş ji wan re û spartineka darayi ji bo demê xanenşînê dabîn bikin û bihewyên.
Eve cihê giringî dana hemû welatiyekê me ye, erkê me û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo salên bêt, bi dirustî ev e ku piştrast bin sîstema aboriya me ji bo berjwendiya hemû welatiyan dibe. Stiratijî kêmasiyên civakî çareser dike û parastin û piştrastiyê dabîn dike  û genc dikarin derfeta rastîn bi dest bînin û seqamgîriya darayi xurtir bikin û jêderên siruştî bo neviyên pêşerojê biparêz in.
Sala borî bo aboriya Kurdistanê pêşbînî nekirî û saleka dijwar bû ku xwe berhevkirineka bilez pêwîst bû.
Daketina nirxê petrolê ji nêzîkê 110 bo bin 30 Dolaran ne dihate pêşbînîkirin ku bandoreka xirap bo ser Herêma me hebû. Bandora vê bo ser rewşa darayi û geşeya aborî, rewşa dirav û rewşa civakiya Herêma deverê û Îraqê  hebû.
Pêştir jî, qûtkirina pişka Herêma Kurdistanê li budceya Îraqê li despêka sala 2014, şerê  ferzkiriyê terorîstên DAIŞê bi ser Herêma Kurdistanê û hembêz kirina nêzîkê mliyonek û heştsed hezar koçber û penaber rewşeka dijwatir aniye rojevê, ji ber ku Hikûmet pabend e bi alîkarî kirina wan, ku li demê êş û azaran pêwîstî bi alîkarî û yarmetiya me hene.

Birêzan:
Derbarê pirogirama ku wezareta darayi û aborî cîbicî dike,  divê  bandoeka rastîn û rasterast bo ser welatiyên Kurdistanê hebe. Her ji destpêka sala borî, me piştîvaniya Wezaret û rêzdar Rêbaz Hemlan Wezîrê Darayi û Aborî kiriye ji bo piraktîze kirina hijmarek pilan û pirogiraman ji bo xûrt kirina saziyeka berpirs ji bo rêvebirina darayi û aboriya Herêma Kurdistanê kir.
Kêfxweş im ku niha jî em vê nexşe rêya giring ji bo pêşxstina wezareta darayi û aborî bo ser astê cîhanî radgihînin ku bikare erkê xwe ji bo seqamgîriya aborî û geşekirina berdewam li Herêma Kurdistanê bi cih bîne.
bo vê yekê jî sipasiya rêzdar Rêbaz Hemlan Wezîrê Darayi û Aborî û Stafa Wezaretê dikin û destxweşya wan dikm ji bo bi cih anîna karên dilsoz, bo vê yekê stiratijiya berfreha reformê amade bikin.
Her wiha bi dil sipasiya rêzdar Cîhad Ezour Wezîrê berê Darayi ya Libinanê û Tîma wî dikim ku li demê pitir ji salekê alîkariya danana pilana reform û modêrin kirina Wezareta Darayi û Aboriyê kiriye ku îro stiratijya wê hate ragihandin.
Em li Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabend in bi xurtir kirina rêveberiya darayi û aborî, bi taybetî modêrin kirina wezareta darayi û aborî, her wiha xizmetguzariyên serekiyên vê sektorê bo welatiyan, ew jî bi darştina heykelê bankên Hikûmetê, nûjen kirina sektora darayi, bi kar xstina aborî û msoger kirina piştîvaniyên pêwîst bo sektorê taybet. li heman dem, em pabend in bi xûrt kirina çarçoveyeka berpirsiyar û şefaf li Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Bi dest anîan vê armancê bi awayekê serekî dibe sedemê piştrast bûn ji xurt kirina kertê darayi ya Hikûmetê û alîkar dibe ji bo bi dest  anîna aboriyeka serdem li Kurdistanê, her wiha jîngeheka baş ji bo hevrikiya kar û weberanînê çê dike. Bi piraktîze kirina vê pilanê, wezareta darayi û aborî dibe mînakek ji bo reformên din û guhertin li tevaya saziyên Herêma Kurdistanê.


Birêzan
Zêdebarê astengên pêşberî me û zêdebarê hemû kêmasiyan, gelek giring e awirek ji destketinan bihê dan ku Herêma me li demê 12 salên borî bi dest aniye. aboriya Herêma Kurdistanê ji sala 2004 were bi başî geşe kiriye. Hikûmeta Herêma Kurdistanê hêsankarî ji bo derfetên aborî çê kiriye. Li navbera salên 2006-2013 bi bihayê pitir ji 30 Mliyar Dolaran weberanîn li Herêma Kurdistanê hatiye kirin ku 5 Mliyar Dolar weberanîna biyanî bûye.
Hemû amajeyên civakî li 10 salên bihurî bi awayekê diyar û berçav berev başiyê çûne. Her çend aboriya me rastê pirsgirêkên damezraweyi û bingehîn, rutîn, bazara darayi ya na ektîf û bazara ne gor ya kar kirinê bûye.
Li  heman dem pêwîst e bi dilgiranî berê xwe bidin wan derfetên ku me ji dest daye, çav nêrînek bi şaşyêm xwe û bi reforman bikin ku me nekariye li demên xwe bikin. divê bi rêya bi dest anîna destketan bo gelê xwe, pilanê bo pêşerojê danên, her wiha bi rêya berhingarbûna pirsgirêkan, em pabend û berpirsiyar in ji bo modêrên kirina sazyên Hikûmetê, reform li aborî û xûrtir kirineka bingehîn.
Her ji ber vê yekê em tevî hevbşên serekiyên xwe li Hikûmetê, her wiha tevî bizinsmen, komele, sendîka, yekêtî û akadîmiyan kar dikin ji bo pişikdar bûna wan li reformên nû. Îsal sala reform û nûxwazî li Saziyên Hikûmetê ye. em bi awayekê siyasetê dikin ku amanca wê kêm kirina hejarî û xûrt kirina sektorên berhemdar e, her wiha karnameya geşekirinê ji bo neviyên pêşerojî çê dikin.
Derbarê rewşa îro û serederî  tevî kirîza darayi, em siyaseta bi hawar hatina despêve girtina darayi cî bi cî dikin, her di vê çarçêveyê da jî karmendên Hikumetê kêmtir ji mûçeya tevaya xwe pere werdgirin û eva ku ji mûçeya wan tê hilgirtin, wek qerz li cem hikumetê dimîne, heya ku di dema pêşerojê bo wan bihê vegerandin.
Hêjayê gotinê ye ku ev babete bi watayê despêve girtinê ye, û bi çi awayekê reforma abûriyi nine,belkî di vê demî de rêyek e ji bo parastina balans navbera dahat û xerciyan. Lewma daxwazê dikim ku ev destpêv girtine heya heyamekê berdewam bibe û tevlî reforma berfireh û domdrêj ku niha em ji bo ragihandina wê amade bûne, nebe.

Birêzan
Bi bawera min divê ne tenê stiratijyên ku pêwendî bi tak heye bên guhertin, belkî divê guhertin di hemû şêwazên karên bihê kirin. Me pişta xwe bi serketina pirograma reform ya wezareta darayi û abûryi girê daye ku mizgîniya serdemekê nû dide, berpirsiyariya bilind dirust dike. Ev çende jî girîng e ku dibe derfetek ji bo yek xistina me li dor armanceka hevbeş ku pêşerojeka geş û ron ji bo me dabîn dike.
Di vê derfetê da dxwazim bibêjm ku pêşmergeyên me berevaniyê ji wan behayan dikin ku li cem hevbeşên me li civaka navdewletî girîng in. Bo vê yekê jî me can û xwîn û çavkaniya mezin ya darayi daye.
Em li eniya herî pêş ya şerê dijî DAIŞê ne û hevkariya nêzî mliyonek û heştsed hezar koçber û penaberan dikin, lê mxabin Hikumeta Îraqî bi kêmtirîn qasê darayi beşdarî kiriye, tevî vê çendê jî gelek ji hevbeşên me li civaka navdewletî hevkariya rasterast û na rasterast û piştîvaniya me û hevkariya pêşmergê nakin, ev çende jî gefeyek e, zêde gotin niye eger bêjim bi qasî gefa DAIŞê ji bo Herêma Kurdistanê metirsî heye.
Belê, ev rewşa darayi ku îro Kurdistan têda dijî, mezintirîn gef e li ser Kurdistanê, lewma daxwazê  ji welatên hevpeyman dikim ku b awayekê ektîvtir û rasterast, di warê darayi hevkariya Herêma Kurdistanê û alîkariya pêşmerge bikin. Em, xelkê Kurdistan û pêşmergeyên qehreman jî çavnihêriya dost û hevpeymanan dikin heye ku  bi awayekê zêdetir piştîvaniya me bikin, bi taybetî di warê darayi da û ji bo derbas kirina vê kirîzê.
Xelkê berxwedêrê  Kurdistanê, dizanim ku demekê bi zehmet e, lê ez pêşbînî dikm û soz didim ku emê bigihine armancên xwe, DAIŞê têk dibin, pîşesaziya nû ava dikin, yek ji wan jî şandina gazê ji bo welatên cîhanê ye. civakekê dadperwer, hevgirtî û xoşguzeran ava dikin. Di demê despêve girtinê da, ev kesên ku şiyanên zêdetir hene, zêdetir bi erkdar dibin û divê di vê dema bi zehmet da bihevre bîn.
Belê, rojekê emê bibin xwedyê dewleta serbixwe ya Kurdistanê, serketin bi ser bilndahiyan carê asan nîne, lê ji bo pêşeroja Kurdistanê û tevaya akincyên Kurdistanê, daxwazê  ji we diki, ku baweriya xwe xurt bikin. daxwazê ji we dikim ku berxwe bidin. Daxwazê dikim ku yekgirtî bimînin û ji bo bi dest xstina xewnên hevbeş wek tîmek bi hev re kar bikin.
Di dawiyê da hemû aliyan piştrast dikin ku programa reform bi qazancê hemû aliyan e, di pêşiyê da jî ji bo nifşa nû. Min baweriyeka xurt heye ku biriyarên îro li ser pirsan dihê dan, li demê çend salên kêm yên pêşerojê da, dema ku zarokên me mezin dibin,  dibin sedema vê çendê ku derfetekê rastîn ya jiyanê ji bo xwe bibînin. nifşa nû çaverê vê çendê ji me dike û nabe ku em, wan bê hêvî bikin.
Careka din gelek bi xêrhatina we dikim û sipasiya we dikim ji bo amade bûna we di vê rêûresmê de.