Hikûmeta Herêma Kurdistanê
THU, 25 APR 2024 17:44 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Helebce: Dastana avadankirinê

SUN, 16 MAR 2014 19:42 | KRG Cabinet

Berî îro bi 26 salan balefirên rijêma jinavçûya Bassê bi çekê kîmiyayî bajarê Helebce bombebaran kir û di nava çend deqîqeyan de zêdetir ji 5 hezar hevwelatî şehîd û bi hezaran jî birîndar kirin, tev jîngeha Helebceyê jehrawî kir û tev qeza, nahiye û gundên ser bi helebceyê ve bi carekê wêran kirin û xelkê wan bi zorê koçbar kirin.

Li gor rêvebirê amara Silêmaniyê:

- Sala 1988ê bajarê Helebce û bajarokên ser bi wê ve (Sîrwan, Xurmal, Biyare û SeydSadiq) û tev gundên wê deverê 100% wêran kirin.

- 24804 avahî li wê deverê digel axê rast kirin ku, ji wan avahiyan 22 hezar xaniyên xelkî bûn

- 12 xwendingeh, 32 nexweşxane û bingehên saxlemiyê û 216 gund bi timamî wêran kirin.

- 139 472 kes ji şêniyên wê deverê koçbar bûn.

- Kareba, av, saziyên hikûmetê, rê û cade bi timamî jinavçûn.

Avadankirin

Piştî azadkirina bajarê Helebce û pêkanîn ahikûmeta herêma Kurdistanê di sala 1992ê de destê avadaniyê gihişte Helebceyê û derdûra wê jî:

- Bajarê Helebce, Sîrwan, Xurmal, Biyare, SeyêdSadiq û 124 gund, digel 28 gundên din yên  ser bi qeza Seyîdsadiq ve, hatîne avadankirin 

- Bi tenê li bajarê Helebceyê 25 872 avahî hatîne dirûst kirin ku, 20 hezar jê xaniyên akincîbûna xelkî ne. Li qeza Seyîdsadiq jî 19 hezar avahî hatîne avakiirn.

- Nifosa qeza Helebce, ji bilî qeza Seyîdsadiq ku, berê bi hevre bûn, 104 hezar kes e.

- 101 avahiyên hikûmî li Helebce hatîne avakirin.

- 126 xwendingeh, zanîngehek û 2 peymangeh li Helebceyê hatîne avakirin.

- 52 nexweşxane û bingehên saxlemiyê hatîne çêkirin

- Av, kareba, rê û cade hatîne çêkirin û jiyana xelkê deverê baş bûye

- Rêjeya hejariyê li devera Helebce 2,4% ji rêjeya Îraqê kêmtir e.

- Bêkarî ji bo yên ji 15 salî û ber bi jo rev 15% ye

- Xerciyê kesekî li qeza Helebceyê di mehekê de 406 hezar dînar e.

- 86% hemû xêzanan xaniyên xwe yên taybet hene

- Heta sala 1988 li Helebce yek parkê giştî hebû, lê nuha 33 park hene

- Berê bi tenê 18 tax li bajêr hebûn, lê nuha 37 tax hene

Îsal bîreweriya 26saliya kîmiyabarana Helebce hikûmeta herêma Kurdistanê biryara biwîlayetkitina Helebceyê derxist.
Bi vê minasibetê, Behroz Mihemed waliyê Silêmaniyê dibêje:

- Ev dastana Helebce: ji wêranî û kavilbûnê ber bi wîlayetbûn, mînakeke biçûk a dastana mezina serkeftin û berxwedana kurd e bi ser karesat û astengiyan de. Ji bo paşerojê ev hêviyek mezine.