Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja duşemê 11.02.2019ê li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Omer Al-Kinderî Konsulê Giştiyê Kuwêtê yê Herêma Kurdistanê û şandeya pê ra kir û di civînekê da çend pirs û mijarên girêdayî rewşa herêmî nirxandin.
Consulê Kuwêtê kêfxweşiya xwe bi dîdara bi Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ra nîşan da û destxweşî li hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku bi awayekî serkeftî ji kirîzan derbas bû û hijmareke zêde ya koçber û penaberan hewandine û behsa wan alîkariyan kir ku welatê wî pêşkeşî koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê dike.
Nêçîrvan Barzanî sipasiya welatê Kuwêtê kir ku alîkariya koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê dike û bi taybetê, ji bona wan alîkariyan, sipasiya Mîrê Kuwêtê û Konsulê vî welatî li Herêma Kurdistanê kir û got ku wan alîkariyan barê giranê ser milên hikûmeta Kurdistanê sivik kir.
Rewşa siyasî û emnî ya deverê, têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê, serdana dawiyê ya Serokwezîrê Kurdistanê bo Bexdayê û civîna digel Serokwezîrê Îraqê, têkeliyên herêmî û bi welatên cîran ra û pêşxistina têkeliyên Herêma Kurdistanê bi Kuwêtê di warên cuda da, di civînê da hatin gotûbêj kirin.