Hikûmeta Herêma Kurdistanê
FRI, 19 APR 2024 06:23 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Vekirina senterê lêkolînên Jonosîda li zanîngeha Çermû

SUN, 2 DEC 2018 20:30 | KRG Cabinet

Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja yekşemê 02.12.2018ê li Çemçemalê,  hev rê digel Yusif Goran wezîrê xandina bala û lêkolînên zanstî û Mihemed Hacî Salih wezîrê karûbarên şehîd û enfalkiriyan serdana Zanîngeha Çermû kir.

Cîgrê Serokwezîr digel civata zanîngehê, bi amadebûna qaymeqamî Çemçemal, cviya û di civînê de wezîrê xandina bala behsa wê yekê kir ka di sala 2014ê de zanîngeha Çermû di çi rewş da deriyên xwe  ji xendevkarên paytexta şehîd û enfalkirina re vekirin.

Wezîrê xandina bala behsa wê yekê jî kir ku di demek kurt de zanîngeha Çermû di gelek waran de baş pêşkeftiye û destkeftiyên baş bi dest xîstien di warê bicîkirina bernameyên ast bilindên cîhanê de û di nav hemû zanîngheên nû hatine avakirin cîyê zanîngeha çermûy gelek diyar û ber cav e.

Quba Talebanî behsa armanca serdana xwe kir û got ku hatina wan ji bo Çemçemal  taybete bi serdana zanîngeha Çermû daku ji nêzîk haydarî rewşa wê ya zanistî û akademîk û pirosesa xwendinê bi sîstena navdewletî, bibin. Zanîngeha Çermû di demkê  de hat avakirin ku Herêma Kurdistanê di rewşake aborî gelek xerab de bû û vekirina zanîngehê di wê rewşê de ev pêşkeftina bidest anî di vê dema kurt de dixuyê ku karekî gelek mezin hatiye kirin.

Talebanî di axaftina xwe de tekîd li ser girêdana beş û pisporiyên zanîngehê bi bazara karî ve kir daku derçûyên zanîngehê bikarin bi hêsanî derfetên karî bidest bixin, ji ber hindê divê li gor pêdawîstiyên civakê kolêj û beş li zanîngehan bên vekirin.

Weke tê zanîn li zanîngeha Çermûy 127 mamoste û 2419 xwendekar hene digel 33 xwendekarên xwendina bala.