Hikûmeta Herêma Kurdistanê
THU, 28 MAR 2024 20:56 Erbil, GMT +3
Destpêk
Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Serok Wezîr
Cêgirê Serok Wezîr
Wezaret û Fermangeh
Kongreyên Rojnamevanî yên Peyvdarî
Têkhelî yên Derve
Hikûmet di torên Civakî de
Pêkhatîya Hikûmetê
Kurtîyek ji Dîroka Hikûmeta Herêma kurdistanê
Serokatî ya Herêmê
Perlemana Kurdistanê
Nûçe
Herêma Kurdistanê
Kurtiyek derbarê Kurdistanê
- Ala û sirûda niştimanî
- Cografiya
- Ziman
Lêgerîn
You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at
GOV.KRD
please
Xurtkirina pêwendiyên navbera hêza pêşmerge, hêzên pirnetewe û artêşa Iraqê li Silêmaniyê hatin gotûbêj kir
MON, 20 APR 2009 01:04
|
PUK Media
Duhî cîgirê serokê herêma Kurdistan Kosret Resul Elî bi amadebûna cîgirê serokwezîrê Iraqê Berhem Ehmed Salih pêşwazî li fermandararê hêzên pirnetewe yên li Iraqê Rimond Oderno û şandeyê pê re kir.
Di civînê de ku li Silêmaniyeyê hate sazkirin, gotûbêj li ser xurtkirina pêwendiyên navbera hêzên pirnetewe, pêşmerge, artêşa Iraqê û çawaniya hemahengîkirinê ji bo bicîhanîna karûbarên girêdayî parastina aramî û ewlekariyê li serdanserê Iraqê, hate kirin.
Cîgirê serokê herêmê Kosret Resûl Elî tekîd kir ku herêma Kurdistanê, nemaze hêza pêşmerge ji bo bidestxistina aramî û ewlekariyê li seranserê Iraqê, amadeyê her alîkariyekê ye.
Di berdewamiya axaftina xwe de Elî serdana Oderno bo herêma Kurdistanê bi girîng wesif kir û hêvî kir ku ji bo xurtkirina têkiliyan, serdanên vî awayî berdewam bin.
Paşê General Oderno qala giringiya pêwendiya navbera hêzên pirnetewe, hêzên pêşmerge û artêşa Iraqê kir û bi faktoreke sereke ya dabînkirina aramî û ewlekariya Iraqê wesif kir. Her wiha rola hêza pêşmerge di prosesa azadkirina Iraqê û rûbrûbûna terorîstan de bilind nirxand.
Her yek ji endamê polîtburoya PDK-ê Zeîm Elî, wezîrê pêşmerge Cafer sêx Mistefa, serokerkanê artêşa Iraqê Babekir Zêbarî û hin berpirsên din yên hêza pêşmerge û artêşa Iraqê di civînê de amade bûn
Top articles
Developed and maintained by:
Department of Information Technology (DIT)
Department of Media and Information (DMI)
© 2024 Kurdistan Regional Government, KRG
Print Material
|
Peywendîkirin
|
Photo gallery