Hikûmeta Herêma Kurdistanê
FRI, 26 APR 2024 11:58 Erbil, GMT +3




You are viewing Kurdistan Regional Government's 8th cabinet website.
For updated information about Kurdistan Regional Government
visit current cabinet's web portal at GOV.KRD please

Nûçeyen ‌Hikûmetê




Naveroka civîna serowkezîrê Herêma Kurdistanê û serokê Fransayê li Parîsê

12/3/2017 2:02:07 AM

Serokê Fransayê tekîd li ser bicîkirina hemû madeyên destûra Îraqê ku, mafên gelê Kurdistanê tê de hatine garantîkirin kir û got ku piştî civîna bi şandeya balaya Herêma Kurdistanê re ew dê bi telefonê peywendiyê bi serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî bike û pê re li ser pirsa dûrpêç û ew tedbîrên li hember bi Herêma Kurdistanê wergirtine behis bike


Nameyek ji wezîrê derve yê Çînê digehe serokwezîrê Herêma Kurdistanê

11/29/2017 1:47:50 AM

Nêçîrvan Barzanî sipasiya peyama wezîrê derve yê Çînê kir û rola konsulê Çînê li herêma Kurdistanê ku bi baştirîn awayî lêxebitiye têkeliyên Hewlêr û Pekînê ber bi pêş bibde bilind nirxadn û tekîd kir ku Herêma Kurdistanê dixwaze têkeliyên baş, bi taybetî diwarê aborî û sermayerazandinê de digel Çînê hebin


Rewşa koçberên Kerkûk û Duzxurmatu di civîna civata wezîran de

11/27/2017 11:36:36 PM

Wezîrê karûbarên şehîd û enfalkiriyan li ser bûyerên Duzxurmatu û Kerkûkû û rewşa xelkê ji wan devran ji ber êrîşên arteşa Îraqê û Heşda Şebî be rbi bajarên Herêma Kurdistanê koçber bûne raporek pêşkeş kir. Di raporê de behsa rewşa dijwara jiyana koçberan di hemû waran de tê kirin ku pêwîstiya wan bi hevkarî û alîkariyan heye


Holenda: Herêma Kurdistanê ji bo kabîneya nû ya hikûmeta Holendayê giring e

11/27/2017 12:02:33 AM

Balyozê Holendayê got ku ew hatiye Hewlêrê daku ji nêzîk ve haydarî rewşa Herêma Kurdistanê bibe û nîşan da ku Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo kabîneya nû ya hikûmeta Holendayê û hevpeymaniya navdewletî giringin û têkeliyên wan dê digel Hewlêr û Bexdayê berdewam bin


Hikûmeta Kurdistanê êrîşa Sîna li Misirê şermezar dike

11/25/2017 1:04:06 AM

Dizeyî li ser navê hikûmeta Kurdistanê, êrîşa terorîstiya roja 24.11.2017ê hatiye kirin bo ser mizgeftekê li devera Sîna li Misirê ku, di wê êrîşê de zêdetir ji dused kesan jiyana xwe ji dest da û zêdetir ji sed kesan jî birîndar birîndar bûn, bi dijwarî şermezar dike
 


Helwesta hikûmeta Kurdistanê li ser ravekirina madeya yekem a destûra Îraqê

11/14/2017 11:20:35 PM

Em hûrmetê ji wê ravekirina Dadgeha Balaya Federalî ji bo madeya yekem a destûra Îrasqê kirî, digirin, di heman demê jî de, em careke din tekîd dikin ku bi baweriya me pêwîste ev bibe esasek ji bo destpêkirina diyaloga niştimanî a giştgîr ji bo çareserkirina nakokiyan bi rêya bicîkirina timama hemû madeyên destûra Îraqê  bi awayekî ku bibe sedema garantîkirina parastina maf û desthilat 


Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrîşên Sentbol û Îraqê şermezar dike

1/1/2017 10:48:04 PM

"Ev kiryarên terorîstî wê yekê nîşan didin ku, li Mûsil û deverên din li Îraq û Suriyeyê terorîst rastî şikestinên berdean dibin û li bereyên cengê de ber  bi jinvaçûnê ve diçin, ji ber vê yekê ew, terorîst,  berê kiryarên xwe didin nav xelkê sivîl û cîyên giştî, lê bidilrehetî, ev kiryarên terorîstan moral û îradeya bereyê dijî terorê, ji bona rûbirûbûn û jinavbirina terorê, bihêztir dike..."


Kurdistan dibe xwedî domaineke fermî li Internetê

4/3/2016 5:43:46 PM

Fermangeha Teknolojiya Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo hevbeşên Internêtê, dawîn qonaxa  domaina bi asta bilinda Kurdistanê bi paşnavê "‌.KRD" radigihîne, ku hemû kes, alî û kompaniya ji bo bikaranîna Internêtê li seranserî cîhanî dikarin pêgeha elektronî yên xwe li domaina Kurdistanê tomar bikin.


Îtaliyayê Konsulxaneya xwe li Hewlêrê vekir

12/23/2015 1:54:05 AM

Barzanî di nav peyva xwe de peyamek ji malbatên wan efser û leşkeran re şand û got: Ew efser û leşker piştevaniya gelekî dikin ku zêdetir ji hezar kîlomtroyan tixûb digel hovtirîn rêxistina terorîstiya cîhanê heye û şanaziyê jî bi wê yekê dike ku li şûna civka navdewletî wî şerî dike û pêşmerge jî bi biwêrane û bi mêrxasî bergiriyê ji mirovatiyê dike


Îtaliya amadeye di hemû waran de alîkariya Kurdistanê bike

7/16/2015 3:01:26 AM

Wezîra bergiriyê ya Îtaliyayê kêfxweşiya xwe li hember serdana bo Herêma Kurdistanê û dîdara digel Serokwezîrê Kurdistanê nîşan da û bi navê xwe û Hikûmeta Îtaliyayê  rola pêşmergeyê Kurdistanê di şerê dijî terorîstan û bergirîkirin û parastina hemû pêkhateyên cudayên herêma Kurdistanê bilind nirxand û got ku Herêma Kurdistanê nasnameyeke mezin li ser asta cîhanê bi dest xistiye 



previous 1 2 3 4 5 6 7 8 9 10  ... next